Prz. Aktar: Divê her tim li her derê bê gotin ku ‘Ev der Kurdistan e’ 2021-10-30 11:53:00   WAN - Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer Mehmet Emîn Aktar, bertek nîşanî binçavkirina dikandar Cemîl Taşkesen ê gotibû ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin’ da û wiha got: “Heke em gotina Kurdistanê her tim û li her derê bînin ziman wê demê refleksa dewletê jî wê bêencam bimîne.”   Derbarê dikandar Cemîl Taşkesen ê di dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a li navçeya Misirc a Sêrtê de gotibû ‘Ziman û nasnameya me tê înkarkirin. ‘Kurdistan’ tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Ev cihê hûn niha lê ne ‘Kurdistan e’ lê mixabin di Meclîsê de ‘Kurdistan’ tê înkarkirin’ de bi îdiaya “propagandaya rêxistine” lêpirsîn hatibû destpêkirin û bi serdegirtina malê hatibû binçavkirin. Taşkesen ê duh dozgeriyê îfadeya wî girt, hat berdan.    Serokê Baroya Amedê yê berê Parêzer Mehmet Emîn Aktar, ji ber cesaret û gotinên Cemîl Taşkesen ew pîroz kir û bi lêv kir ku divê ev gotin zêdetir were bikaranîn û bi vî awayî were normalîzekirin.    ‘EM GOTINA KURDISTANÊ BIDOMÎNIN’   Aktar, bi bîr xist ku ne sûc e ku ji erdnîgariya mirov li ser dijî re bêje Kurdistan û ji bo gotinên Akşener ên “Tu kurdî ez jî tirk im û em wekhev in” wiha got: “Vê gotinê bala min kişand. Piştî axaftina Akşener hêj saet jî derbas nebûn me dît ku di nava kurdbûyîn û tirkbûyînê de çiqas ferq heye. Welatiyê kurd ku dibêje ‘we zimanê me, welatê me qedexe kir û zilmê dikin’ tê binçavkirin lê Akşener li mala xwe ye. Ev jî dide nîşandan ku gotina Akşener a ‘em wekhev in’ li Tirkiyeyê derbasdar nîne. Dema kurd behsa zimanê xwe û erdnîgariya ku tê de dijîn dikin, dewlet wekî ku tê perçekirin, mafê wê tê dizîn bertek nîşan dide. Ji ber vê yekê berî rojek derbas bibe kesek tê binçavkirin. Ev refleksa dewletê ye. Ji ber vê reflekse heke em her tim li her der vê gotinê bînin ziman wê refleksa dewletê jî bê encam bimîne.”   ‘DÊ MÎNAKÊN WÊ ZÊDE BIBIN’   Aktar, dazanîn ku ji bo ku sûcek pêk were divê tevgera ku tê kirin ji aliyê qanûnî weke sûc were pênasekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatî dibêje ‘Ez kurd im û ev der Kurdistan e’. Tişta li vê derê tê gotin fikra wî bi xwe ye. Kesekê naxe xetereyê. Mafê qanûnî yê kesekê asteng nake. Bi kesê sûc nade kirin. Zirarê nade cihekî, tenê fikrên xwe tîne ziman. Dewleta ku dibêje ez desthilat im mirovên ku vê peyvê bi kar tînin qebûl nakin. Heke li ser medya dîjîtal herkes peyva Kurdistanê bi kar bîne wê ev refleksa dewletê vala derkeve. Wê meşrûîyeta peyva Kurdistanê zêde bibe. Wisa xuya dike ku êdî wê kurd zêdetir bertekên wisa nîşan bidin. Wê bertekê nîşanî kesên siyaseta tirk dimeşînin bidin.”