Nobeta Şenyaşaran di roja 236'an de ye 2021-10-30 12:05:12   RIHA - Malbata Şenyaşar ku nobeta xwe ya Edaletê di roja 236'an de didomîne ev tişt got: "Hatina edaletê wê ji bo dayikê bibe gavek biçûk; lê ji bo Tirkiyeyê wê bibe gavek mezin."   Nobeta Edaletê ya Malbata Şenayaşar ku Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 236'an de didome. Ji ber ku dawiya heftê ye malbata çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne û li ser hesabê xwe ye medya sanal têkildarî çalakiya xwe parvekirinek kir. Malbatê, di parvekirina xwe de ev tişt nivîsand: "Hatina edaletê ya Edliyeya Rihayê ji bo dayikê bibe gaveke biçûk; lê ji bo Tirkiyeyê wê bibe geveke mezin be. Li vir wê hiqûqa serdestan bi dawî bibe, wê ev dozgerên din jî wêrektir bike. Dema bi dawîkirina vê zilmê derbas dibe..."