Girtiyên li ber jimariya li ser pêyan rabûn bi erdê ve hatin kaşkirin 2021-10-31 09:04:23   ÊLIH - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê girtiyên ku li ber ferzkirina jimariya li ser pêyan û tekmîlê rabûne, bi erdê ve hatine kaşkirin.   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê gardiyanên ku ji 19'ê Cotmehê ve davêjin ser qawîşan, jimariya li ser pêyan û tekmîlê li girtiyan ferz dikin. Hat ragihandin ku girtiyên ku li ber van ferzkirinan rabûne jî gardiyanan li wan xistine, ew bi erdê ve kaşkirine û wan ji qawîşan derxistine. Hat hînbûn ku canê girtiyan ji ber lêdanê û tahdeyê reş bûye.    Girtî Mehmet Alî Dogan, di 26'ê Cotmehê de telefonî malbata xwe kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Gûrbet Dogan, keça Mehmet Alî Dogan, anî ziman ku li girtîgehê dîsîpîna eskerî tê ferzkirin û got: "Tekmîlê û jimartina li ser pêyan li girtiyan ferz dikin. Girtiyên li ber vê rabûna jî bi erdê ve hatine kaşkirin û wan ji qawîşê derxistine. Di dema kaşkirinê de canê wan birîn bûye. Her tim wisa dikin. Her cara dikin hîn bêtir dijwartir dikin. Davêjin ser qawîşan û eşyayên wan belawela dikin. Tim qawîşên wan diguherînin."    BÊHIQÛQÎTÎ   Dogan, diyar kir ku bavê wê li qawîşeke 11 kesî dimîne û mafên wan ên sereke tên binpêkirin . Dogan, ragihand ku li girtîgehê meseleya paqijî û hijyenîkê heye û got: "Hem ji bo pandemiyê tevdîr nayên girtin, hem jî amûrên paqijiyê biha difiroşin. Fiyetên qantînê pir biha ne. Di warê paqijiyê de jî tevdîrine baş nehatine girtin. Aktivîteyên civakî nêzî 2 saln tune ne. Pirtûk û rojname jî carnan tên dayîn, carinan jî nayên dayîn. Yanî li wir bêhiqûqîtiyeke bi her awayî heye."    Dogan, destnîşan kir ku girtî li dijî hemû binpêkirinan li ber xwe didin û got: "Ferzkirinan qebûl nakin. Em malbat divê xwedî li têkoşîna wan derkevin."