Rûviyên wê 450 rojan li derve man, cardin kîst çêbû 2021-10-31 09:06:27   AMED - Semîre Dîrekçî ku 450 rojan rûviyên wê li derve man û sal û nîvek e di karantînayê de ye û nayê berdan, careke din di rûviyên wê de kîst çêbûye. Her wiha çavekî Dîrekçiyê jî hew dibîne.    Semîre Dîrekçî (44) ku ji ber nexweşînên ku li girtîgehê lê peyda bûn 7 caran emeliyat bûye û di sala 2019'an de rûviyên wê 450 rojî li derve mabûn, niha di rûviyên wê de cardin kîst çêbûye. Her wiha Dîrekçî sal û nîvek e di karantînayê de ye û çavekî wê jî hew dibîne.    Dîrekçî ku di Girtîgeha Amedê ya Jinan de ye, 24 sal in girtiye. Xwişka wê Mulkiye Dûrsûn xwest xwişka wê bê berdan.    ÇAVEKÎ WÊ NABÎNE   Dûrsûn, destnîşan kir ku piştît ku xwişka wê emeliyat bûye, wê tim di navbera girtîgeh û nexweşxaneyê de birine û anîne û xwest ev eziyet bi dawî bibe. Dûrsûn, bilêv kir ku rûviyên xwişka wê ziwa bûne û bi hev zeliqîne û got: "Bijîşk gotin, 'Ji ber ku rûviyên wê bi hev zeliqîne, divê em wê emeliyat bikin.' Berê jî kîst pê re hebû. Ji mejiyê xwe jî emeliyat bû û jixwe niha çavekî wê nabîne. Du hefteyan carekê wê dibirin nexweşxaneyê, etw bi şev wê dibirin beşa lezgîn. Niha sal û nîveke di karantînayê de ye. Ji ber nexweşînên xwe bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû ye. Em dixwazin rojek berî rojekê bê berdan."    Dûrsûn, destnîşan kir ku ji bo taloqkirina înfaza xwişka xwe gelek caran serlêdan kirine, lê hemû serlêdanên wan hatine redkirin û got: "Niha rûviyên wê ne li derve ne, lê ev ji wan tê û diwerimin. Ev tevli canê wê û xwîna wê dibe. Wê her hefte dibin nexweşxaneyê. Herî dawî gava me bi telefonê bi hev re xeber da got, 'Karantînaya min diqede, dibe ku min bibin qawîşê.' Daxwazên me hemû tên redkirin. Li girtîgehê rewşa xwişka min qet nebaş e. Em ji ber vê nerihet in û dixwazin rojek berî rojekê bê berdan. Em ditirsin ku ji nişka ve xeberek nexweş bê."   ROLA ATK'Ê   Parêzerê MED TÛHAD-FED2ê Yûsûf Çakas jî bal kişand ser rolê neyînî yê Saziya Tiba Edlî (ATK) û anî ziman ku ATK'ê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" daye Semîre Dîrekçiyê. Çakas got: "Semîre Dîrekçî nikare bi tena serê xwe di karantînayê de bimîne. Lewma hevalên wê, diçin qawîşa karantînayê ji bo alîkariya wê bikin."    Çakas, destnîşan kir ku di warê hiqûqî de tu beramberiyeke rapora ATK'ê tune ye û got: "ATK çi raporî dide bila bide, Dîrekçî nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne.    DÊ CARDIN EMELIYAT BIBE   Çakas, bilêv kir ku ji ber kîsta nû dibe ku Dîrekçî cardin emeliyat bibe û got: "Emeliyat bi tena serê xwe pêvajoyeke erjeng e. Piştî emeliyatê tedawî, karantîna, çûnhatina nexweşxaneyyê... Dibe ku di vê çûn hatinê de bi Covîd-19'ê bikeve. Heger pê bikeve dê jiyana wê bi talûkeyeke pir mezin re rû bi rû bimîne. Gava em van tiştan hemû bînin cem hev du kîjan tib, kîjan tenduristî, kîjan hiqûq dikare bibêje Semîre dikare di girtîgehê de bimîne?"