Ji bo rojnamevanan 896 sal cezayê hefsê hat xwestin 2021-11-01 10:44:16   ENQERE - Li gorî rapora projeya Haberîn Bedelî, di meha Cotmehê de 58 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatine darizandin î heta 896 salan cezayê hefsê ji wan re hatiye xwestin.    Rapora meha Cotmehê ya projeya Haberîn Bedelî ya Cemîyeta Rojnamegeran ku bi piştevaniya Ji bo Demokrasiyê Medya/Ji bo Medyayê Demokrasî, dozên rojnamevanan ên her meh tên dîtin û binpêkirinên mafan ên rojnamegeran tê de cih digirin, hat aşkerakirin. Di raporê de hat gotin ku meha Cotmehê bi darizandin, zext, gef û êrişên li ser rojnamevanan li pey xwe hişt.    34 DANIŞÎNIN CUDA   Li gorî daneyên raporê, di meha Cotmehê de di 34 danişînin cuda yên li 9 bajaran hatin dîtin de herî kêm 58 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê derketin pêşberî darazê.  Di van darizandinan de derbarê rojnamevanan de ligel cezayê hefsê yê muebbetê ji 272 salan heta 896 sal 6 meh û 15 rojan cezayê hefsê û 200 hezar tazmînata manewî hat xwestin.    10 ROJNAMEVANAN BERAET KIR   Di raporê de hat gotin ku ji rojnamegerên tên darizandin 10 ji wan beraet bûne û di her sê dozên ku biryar li ser hatiye dayîn de bi giştî 2 sal û 5 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 660 TL cezayê pereyan li rojnamegeran hatiye birîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku zextên li ser rojnamevanan bi darizandinê ne bi sînor in û di heman serdemê de derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsînên nû hatin vekirin û dema şopandina nûçeyan de 2 rojnamevan hatine binçavkirin. Dîsa 4 rojnamevan jî rast e rast êriş lê hat kirin û gef lê hatin xwarin.