HDP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir 2021-11-01 11:32:28   NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê, di daxuyaniya xwe derbarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê û ev tişt got: "Li dijî gefên êrişên nû yên li ser gelên Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê hêvî dikin ku heman hesasiyetê nîşan bidin."   Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. HDP'ê di daxuyaniya xwe de Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir û bal kişand ser gef û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkildarî mijarê ev daxwaz kir: "Li dijî gefên êrişên nû yên li ser gelên Kobanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê em ji cîhanê hêvî dikin ku heman hesasiyetê nîşan bidin."   LI KOBANÊ DEMOKRASÎ BI SER KET    Daxuyanî wiha ye:   "Di ser berxwedana bêhempa, serfiraziya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê re 7 sal derbas bûn. Gelê Kobanê 133 rojan, li ber hovîtiya DAÎŞ’ê berxwedaneke bêhempa meşand û mohra xwe li sedsala 21’emîn xist û dîroka azadiyê careke din nivîsî. DAÎŞ’ê ji Rojhilata Navîn heta gelek aliyên cîhanê, dixwest ku hovîtiyê li ser gelan ferz bike, lewre têkoşîna ku hat meşandin rê li ber wê girt.  Ne barbarî azadî, ne tarîtî ronahî, ne zordarî demokrasî bi ser ket li Kobanê. Feraseta DAÎŞ’ê û hevkarên wê têk çû, nirxên mirovahiyê bi ser ket li Kobanê.   Hêzên navneteweyî û herêmî yek bi yek li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê têk diçûn, bajarên wek Mûsilê di rojekê de ji dest diçûn, lê gelê Kurd bi derfetên xwe, bi piştgiriya dostên xwe û bi bîr û baweriya xwe ya azadiyê bi ser ket. Hemû mirovên azadîxwaz û yeksanîxwaz bi gelê kurd û gelê Kobaniyê re bûn û şahidiya berxwedana dîrokî û bêhempa ya li dijî DAÎŞ’ê kirin. Berxwedana Kobanê bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê û lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî û palpiştiya bi gelê Kurd û Kobaniyê re bi pêş xist. Ji Xelatgirên Nobelê bigire heta akademîsyenan, ji rewşenbîran bigire heta nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, bi sedhezaran kesan bang kir û di sala 2014’an de 1’ê Mijdarê wek Roja Piştevaniya Kobaniyê hat ragihandin.    SILAVKIRINA PIŞTEVANIYÊ   Di 7’emîn salvegera wê de wek Partiya Demokratîk a Gelan, em hêvî û baweriya ku li Kobaniyê zîl da, serfiraziya ku li wir derkete meydanê, berxwedana ku li wir hate meşandin û palpiştî û piştevaniya enternasyonal silav dikin. Em baş dizanin ku, herçend DAÎŞ têk biçe jî, zihniyeta DAÎŞ’ê îro jî li ser kar e û şerê tarîtî û ronahiyê îro jî berdewam dike. Hevkarên DAÎŞ’ê îro jî dixwazin tola Kobanê hilînin, tiştê ku DAÎŞ’ê nikaribû bike, ew dixwazin bikin. Gefên dagirkeriyê yên desthilatiya AKP’ê, doznameya kûmpasê ya girtina partiya me ya ku piştevaniya bi Kobaniyê re dike hincet û dixwaze partiya me bigire encam û rengvedana vê niyet û nêzikatiyê ye.    DAÎŞ, doh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobanê dagir bikin wê bi ser nekevin. Palpiştî û piştevaniya gel û baweriyan a ku li Kobanê derkete meydanê û serfiraziya Kobaniyê îro jî hêvî û îlhama mirovahiyê ye. Şoreşa Kobanê şoreşa jinan û ciwanan û gelan e. Li dijî zihniyeta yekparêz, serkeftina pirdengî û pirrengiyê ye.   1’ê Mijdarê Roja Kobanê li temamî mirovahiyê pîroz be. Wek doh, îro jî li dijî tarîtî, dagirkerî û zordestiyê em ligel heq û heqîqetê ne û piştgiriya gelên berxwedêr dikin. Wek doh, îro jî em gefên ku li Kobanê û li Rojava tên xwarin qebûl nakin û banga piştgirî û piştevaniyê li temamî gelên cîhanê dikin."