Bang kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî bê lêkolînkirin 2021-11-01 12:26:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar û Hiqûqnasan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li saziyên navnetewî kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bê lêkolînkirin.    Operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Kurdistana Federe ku di 23 'ê Nîsanê de dabû destpêkirin dewam dike. Hat ragihandin ku Tirkiyeyê li gelek herêman bi taybetî li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên operasyon lê tê meşandin çekên kîmyewî bi kar aniye. Hat ragihandin ku 548 kesan li herêmê ji ber çekên kîmyewî bi gilî û gazinên cuda li nexweşxaneyan hatine razandin û gelek endamên HPG’ê û YJA STAR'ê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo tespîtkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang li saziyên navneteweyî hatibû kirin û hatibû xwestin ku li herêmê lêkolîn werin kirin, lê heta niha ti hewldan nehatiye kirin.    BANGA LI DIJÎ DERKETINA PDK’Ê   Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl, Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed û Hiqûqnas Şadî El-Îbrahîm têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re nirxandin kirin. Bêrîvan, xwest ku gelê kurd li dijî siyaseta PDK’ê serî hilde û destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrişan dixwaze hêzên kurdan yên li Başûr tune bike.    Bêrîvan, da zanîn ku helwesta PDK’ê zelal e û wiha got: “Ev yek di siyaseta wê de diyar dibe ku dixwaze gelê kurd ji holê rake. Ev ne xiyaneta PDK'ê ya yekemîn e, di sala 2014'an de PDK'ê li Şengalê xiyanet li êzidiyan kir dema ku çeteyên DAIŞ şêniyên wê kuştin, revandin û dan koçberkirin.” Bêrîvan, bang li PDK'ê kir ku dev ji berjewendiyên partiyetiyê berde û ji bo gelê kurd bixebite.    DEMA ERDOGAN TENGAV DIBE ÊRIŞ DIKE   Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed jî xwest ku saziyên navnetewî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê lêpirsînê bidine destpêkirin û wiha got: “Erdogan dixwaze aloziyên xwe yên siyasî û hundirîn derxîne dewletên herêmî û destwerdana karûbarên wan dike. Binpêkirina herî dawî jî hedefgirtina sivîlan li Kobanê bi rêya balafireke bê mirov, topbarana li ser herêmên Eyn Îsa û Til Temirê ye. Li beramberî vê yekê jî em dibînin ku QSD`ê li gorî peymana agirbestê ya di sala 2019`an de hatiye îmzekirin tev digere.”   DIVÊ LÊPIRSÎN WERE DESTPÊKIRIN   Hiqûqnas, Şadî El-Îbrahîmî jî wiha got: “Ez Tirkiyeyê şermezar dikim. Ji ber ku nikare pêş ve biçe kîmyasalê bi kar tîne. Dewleta tirk ji sala 1983`an ve êrişî qadên gerîlayên HPG`ê dike. Fosfora spî li dijî gelên Bakur û Başûrê Kurdistanê bikar anî û di encama wê de bi dehan sivîl hatin kuştin. Tirkiye her çiqas îdîa bike ku piştî îmzekirina Peymana Laheyê çekên kîmyewî îmha kirine jî dîsa bi kar tîne. Divê saziyên navneteweyî, rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî û rêxistinên mafên mirovan êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelên Iraqê û Sûriyê bi dawî bikin, derbarê vê mijarê de lêpirsîneke adilane vekin.”