Derket holê ku destdirêjî L.O. ya 17 salî hatiye kirin 2021-11-01 13:17:12   COLEMÊRG - Derket holê ku L.O. ya 17 salî piştî ku bav, xal û pisxaletê wê destdirêjî wê kirine, xwestiye xwe bikuje.    Li navenda Colemêrgê di şeva 30’ê Cotmehê de zaroka bi navê L.O. ya 17 salî ber bi întîharê ve hat dehfandin. L.O. ya ji qata çaran a mala lê dima xwe avêt xwarê, bi alîkariya kesên derdorê wê rakirin nexweşxaneyê. Pişt re zaroka sewqî nexweşxaneya bajarekî cuda hat kirin, di îfadeya da polîsan de got ku bav, xal û pişxaletê wê destdirêjî wê kirine, ferdên malbatê hatine nexweşxaneyê û ji bo îfadeyê nede zext lê kirine. Piştî van îfadeyan polisan duh serê sibê ferden malbatê binçavkirin.    BAV Û PISXALET HATIN GIRTIN   Gumanbarên li Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê îfadeyên wan hatin girtin sewqî Serdozgeriya Komarê hatin kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeyan bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Nobedar kirin. Bav A.O. û pisxalet B.O. ji sûcên “Îstîsmara zayendî” û “Defhkirina ber bi întîharê ve” hatin girtin û xistin Girtîgeha Colemêrgê.    Faîlê din xalê zarokê V.O. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.    ÇETEYA FIHÛŞÊ   Li Colemêrg û Şirnexê çeteya ku serkêşiya wê cerdevan û leşker dikin, E.O. ber bi fihûşê defandibûn. Piştî dîmenên E.O. yên ber bi fihûşê ve hatibû dehfandin beriya 3 mehan hatibûn weşandin, derket holê ku hatiye qetilkirin. Hat hînbûn ku malbata jintiya E.O, L.O.’yê beriya du mehan ji gund hatiye derxistin. Hat diyarkirin ku piştî duh êvarê bi malbata xwe re nîqaş kiriye L.O. întihar kiriye.    ZOR LÊ KIRIYE KU PÊ RE BIKEVE TÊKILIYA ZAYENDÎ   B.O. di îfadeya xwe de diyar kir ku L.O. zor lê kiriye ku pê re bikeve têkiliya zayendî û wiha got: “Piştî bûyera çeteya fihûşê em mecbûr man ji gund bar bikin. Ez wê şevê li mala L.O. bûm. L.O. derket kata jorî, piştî nehat xwarê, ez derketim jor. Min dît ku digirî. Min xwest qaneh bikim ku dakeve jêr. Min bi darê zorê daxist jêr. Derbasî odeyê bû û xeber gotin. Pişt re ji paceyê xwe avêt xwarê.” B.O. îdia kir ku zor li L.O. nekiriye ku pê re bikeve tekiliya zayendî.    Tedawiya L.O. ya li nexweşxaneyê didome.