Derman nadin girtiyê Rojavayî 2021-11-01 16:24:10 HATAY - Parêzerê Bangîn Mûhammed ku li Girtîgeha Îskenderûnê girtî ye Mehtap Sert, peyama muwekîlê xwe 'Naxwazim bimirin lê ez ê li vir bimirim" parve kir û diyar kir ku Mûhammed birine nexweşxaneyê lê dermanên wî nadinê.    Endama Komîsona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê Parêzer Mehmet Sert, bal kişand ser rewşa girtî Bangîn Mûhammed ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê girtî ye û xwest mafên wî yên tedawiyê bi cih bên. Parêzer Sert, destnîşan kir ku Mûhammed yek ji girtiyên nexweş e ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tê girtin û û rêveberiya girtîgehê dernamê wî nadê.    'NÎVÊ MÎDEYA WÎ TUNE YE'   Di berdewamê de Sert, destnîşan kir ku Mûhammed di sala 2013'an de hatiye navçeya Dortyolê ya Hatayê û weke karkerê çandiniyê xebitiye û û wiha got: "Ji ber ku Mûhammed berê di nav refên YPG'ê de cih girtiye dadgeha herêmî bi sûcdariya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî. Mûhammed li Tirkiyeyê sûc nekiriye. Niha li qawişa nexweşan dimîne, nikare bimeşe û bi kursiyê bitekerlek jiyana xwe didomîne. Rodî û nîvê mîdeya wî tune ne. 3 caran emeliyat bûye. Nikarin taretên xwe bigire. Nikare pêwistiyên xwe yên şexsî bibersivîne. 47 kîlo ye lê nikare xwarinê bixwe. Di laşê wî de werimandin heye. Dibin nexweşxaneyê lê dermanên wî nadinê. Dibêje, 'naxwazim bimirim lê ez ê li vir bimirim'."   Sert, bi lêv kir ku astengkirina mafê girtiyên nexweş binpêkirina mafê mirovan e û daxwaz kir ku tedawiyên pêwist ên girtiyên nexweş bên kirin.     MA / Hamdûllah Yagiz Kesen