Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin 2021-11-01 17:19:51   NAVENDA NÛÇEYAN - 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li gelek navendan hat pîrozkirin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, li Amedê axivî û ev tişt got: "Rihê yekitiyê yê li Kobanê derket holê divê em winda nekin."   Li Amed, Wan, Colemêrg, Mersîn û Edenê, 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin. Di pîrozkirinan de hat destnîşankirin ku agirê Şoreşa Rojava yê li Kobanê hatiye vêxistin ji bo gelan bûye hêvî.      AMED   Komeleya Çandê ya Dîcleyê, ji bo 1 'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li navçeya Sûrê li avahiya komeleyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn û gelek kes amade bûn. Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, bi nîşandana sînevîzyona berxwedana Kobanê dewam kir.    KURD BI CÎHANÊ DA NASKIRIN    Hevserokê DTK'ê Berdan Ozturk, li çalakiyê axivî û bal kişand ser girîngiya berxwedana Kobanê û ev tişt got, "Hemû dewletan li komkujiyên ji aliyê DAIŞ'ê ve tên kirin temaşe kirin. Heta niha ji wan tu dewlet li dijî DAIŞ'ê li ber xwe nedaye. Kurdan DAIŞ'ê sekinandiye. Berxwedana bi pêşengiya jinên kurd zîhniyeta DAIŞ'ê ji hev belav kir. Li Kobanê rihê yekîtiya neteweyî derketiye holê. Divê em vî rihî îro zindî bihêlin. Ji ber vê yekê pêwîste em rihê yekitiyê li Kobanê derketiye holê em winda nekin. Em li Bakur, Rojawa, Rojhilat ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve xurt in. Eger îro hêvî hebe, ev bi saya berxwedana Kobanê ye. Kurdan navê kurd û Kurdistanê li dîroka mirovahiyê nivîsandiye. Kobanê nîşanî me da ku em ne bêçare ne, em ne mecbûrî pergala Amerîka û Ewropayê ne."   Çalakî bi pêşkêşkirina muzîkê bi dawî bû.   WAN   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, bi boneya 1 'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li avahiya xwe çalakî li dar xist. Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Umît Dede, Parlemeterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar, Komeleya Alîkariya Bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), rêveberên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes di çalakiyê de amade bûn.    Di çalakiyê de endamê PM'a HDP'ê Okkeş Kava axivî û diyar kir ku kurdan li dijî DAIŞ'ê bi awayekî ku ji cîhanê re bibe mînak li ber xwe dane û got ku rihê têkoşînê yê Dogan û Pîran li Kobanê careke din zindî bû." Piştî Kava Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Çalranê Gonul Ûzûnay jî axaftineke kir û diyar kir ku di berxwedana Kobanê de têkoşîna jinê derketiye pêş û şoreşeke jinê ye.     Piştî axaftinan dokûmantera "Nû jîn" a Veysî Altay hat nîşandan. Çalakî bi helbestên ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hatin xwendin bi dawî bû.    EDENE    Di Edenê jî li avahiya HDP'ê ya Bajar çalakî hat lidarxistin. Endamên PM'a HDP'ê, Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Mehmet Karakış û Gulseren Tûral amade bûn. Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de Hevserokê HDP'ê yê Bajar Mehmet Karakiş axivî û diyar kir ku li Kobanê agirê Şoreşa Rojava hatiye pêxistin û got ku şoreş ji bo hemû gelan bûye hêvî.   Çalakî bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.     ŞIRNEX    Li bajarokê Tilqebîn ê girêdahiya navçeya Sîlopya ya Şirnexê bi minesebeta Salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê şahî hat li dar xistin. Şahiya ji aliyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Tilqebînê ve li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin. Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçe, aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û bi dehan kes tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta " Kobanê Azadiye, em bi berxwedanê serketin em ê bi berxwedanê biserkevin" hat daliqandin.    Di şahiyê de Hevserokê HDP'a Sîlopyayê Kadîr Kûnûr û Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivîn û bal kişandin ser berxwdana dîrokî ya li Kobanê derket holê û dan zanîn ku mirovahî li Kobanê bi ser ketiye.    Piştî axaftinan govend hat girtin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bijî Kobanê" bi dawî bû.    MERSÎN Û COLEMÊRG   Bi heman armancî li Mersîn û Colemêrg û navçeya wê Geverê jî ji aliyê rêxistinên HDP'ê ve çalakî hatin lidarxistin û berxwedana Kobanê hat silavkirin.