Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin 2021-11-01 17:25:41   HATAY - Şandeya HDP’ê ku bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê re hevdîtin kir, xwest ku daxwazên girtiyên nexweş demildest pêk werin.          Şandeyek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî pirsgirêkên ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimînin dijîn bi rêveberiya girtîgehê re axivîn. Di şandeyê de parlementerên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Tulay Hatîmogûllari û endama Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Mehtap Sert cih girt. Şandeyê di hevdîtina bi rayedarên girtîgehê re kirin de xwest ku dermankirina girtî Îsmaîl Tamboga, Siddik Guler, Bangîn Muhammed, N.O. û Ş.Y. a hatiye astengkirin, were kirin.    BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN TEDAWÎ KIRIN   Kûrtûlan, piştî hevdîtina bi rayedarên girtîgehê re axaftineke kurt kir. Kurt, da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ji rêveberiya girtîgehê re ragihandin û wiha got: “A.O. ya 2 salî jî di girtîgehê de bi dayika xwe re dimîne. Me bal kişand ser rewşa zaroka biçûk û 6 girtiyên nexweş û xwest ku demildest daxwazên wan ên tedawiyê pêk werin. Me pirsgirêkên diqewimin ji rêveberiya girtîgehê re ragihandin. Me xwest ku girtiyên nexweş werin dermankirin û binpêkirinên mafan bi dawî bibin.”