ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê 2021-11-02 09:00:01 * Girtiyê nexweş Aydin Degîrmencî ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, 5 meh berê cezayê wî qediyaye, lê girtîgeh wî bernade. * Ji ber ku xebatên kolandinê yên li yek ji bajarên antîk ên Mîrnişîniya Kommageneyê Bajarê Antîk ê Perreyê hêdî tên kirin, tê diyarkirin ku ji ber vê dibe ku kifşbûna dîrokê heya 100 salên din jî bidome.    * Xizmên girtiyan, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û ev yek rewşa welêt xulase dike.    * Karkerên bermayîyên hişk, doza kaşkaşkên xwe kirin ku zabiteyên şaredariyê dest danîn ser wan û firotin xurdevanan.    * Cîhan Alkan ku di Girtîgeha Eskîşehîrê de ye, ji ber ku lêgerîna li hundirê dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin.    * Serokê DAM'ê Selman Yeşîlgoz, diyar kir ku Gursel Erolê CHP'î di bin navê "peyzaj"ê da zirar daye xwezaya Ziyareta fFattma Anayê û deverên bîr û baweriya wan, ne ew dever in ku ji bo reklamê bên bikaranîn.    *  Sekreterê TÛAY-DER'ê Ergîn Altûntaş, anî ziman ku zarokekî ku ji Rojavayê hatiye Tirkiyeyê û di 11 saliya xwe de hatiye girtin û di 16 saliya xwe de hatiye berdan, piştî hatiye berdan radestî Saziya Hêbişandinê ya Zarokan hatiye kirin.    * Nobeta malbata Şenyaşar di roja 239'an de didome.    * Wê danişîna Rojnameger Can Dundar ku tevlî Kampanya Gerînendetiya Nobedara Ozgur Gundemê bûbû û Berpirsê Karê Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, li 2'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.25)    * Egîtîm Sen, derbarê budçeya perwerdeyê de wê peşniyar û daxwazên xwe li navenda xwe ya giştî bi civîneke çapameniyê parve bike. (11.00)