Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan 2021-11-02 09:02:37 COLEMÊRG - Girtiyê nexweş Aydin Degîrmencî ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye, 5 meh berê cezayê wî qediya, lê hê jî girtîgehê wî bernedaye.  Aydin Degîrmencî ku di 20'ê Nîsana 2013'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 9 sal û 6 meh ceza lê hat birîn, cezayê wî 5 meh berê qediyaye, girtîgeh wî bernade. Degîrmenciyê ku di Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T'yê de ye, wekî gelek girtiyên din bi biryara Desteya Çavdêrîyê ya Îdareya Girtîgehê nayê berdan. Malbata wî bang kir ku Degîrmencî demildest bê berdan.    GIRTIYÊ NEXWEŞ NAYÊ BERDAN   Saadet Degîrmencî anî ziman ku hem nexweşîna pençeşêrê bi hevjînê wê re heye hem jî nexweşîna şekir, tansiyon û kolestrolê. Degîrmencî, diyar kir ku hevjînê wê li girtîgehê emeliyat bûye û piştî emeliyatê kîsiek bi rûviyên wî ve hatiye girêdan û niha hevjînê wê tevî vî kîsikî dijî. Degîrmencî, destnîşan kir ku kîsikên bi rûviyên hevjînê wê ve tên girêdan jî ew bi xwe distînin û her meh dişînin girtîgehê.    Degîrmencî, diyar kir ku ji bo hevjînê wê bê berdan gelek caran serlêdan kirine, lê belê daxwazên wan ên ji bo vê nehatine qebûlkirin û got: "NIha em jî tam nizanin bê rewşa hevjînê min çawa ye."    Degîrmencî, destnîşan kir ku cezayê hevjînê wê qediyaye lê nayê berdan û got: "Em dixwazin bê berdan. Jixwe tahdeya lê hatiye kirin li holê ye. Ji bo tevahiya cezayê wî 7 meh maye, lê 5 meh berê bi hinceta 'berdana wî dê nebaş be' berdana wî asteng kirin."    BANGAWAZÎ   DEgîrmencî bang li Wezareta Dadê kir û got: "Êdî em dixwazin hevjînê min bê berdan. Em dixwazin hevjînê min bê malê û em wî li malê derman bikin. Nexweşîna wî ji nexweşînên din pir cuda ye, cihê lê ye ji bo wî nebaş e."    Kurê Degîrmencî Hozan Degîrmencî yê 26 sal jî destnîşan kir ku bavê wî nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Law Degîrmencî got: "Ez bang li Wezîrê Dadê dikim, bavê min berdin."