Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye 2021-11-02 09:02:40 STENBOL -Xizmên girtiyan, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û ev yek rewşa welêt aloz dike.  Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Federasyona Komeleyên Alîkariya Hiqûqî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TÛHAD-FED) raporên xwe yên têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyandin. Di raporan de lêgerîna tazî, cezayên hucreyê û dîsîplînê, şewitandina înfazan, astengkirina mafê tenduristî, ragihandin û hevdîtinê, tahdeya derûnî û fizîkî hwd. gelek binpêkirinên mafan hatin destnîşan kirin. Di raporan de hat destnîşan kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li girtîgehên pir giran bûye.   Xizmên girtiyan têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan axivîn.    BINPÊKIRINÊN MAFAN   Hasan Demîr, bavê Emrecan Demîrê di Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa H'yê de, destnîşan kir ku bi taybetî di demên dawî de zextên li ser girtiyên polîtîk zêde bûne û kurê wî heya niha sewqî gelek girtîgehan hatiye kirin û li her girtîgehê bi binpêkirinên cuda re rû bi rû maye. Bav Demîr, diyar kir ku di dema pandemiyê de zext û zoriyên li girtîgehan zêde bûne û girtî di bin navê "îzolasyonê" de 2 hefteyan di hucreyên yekkesî de tên girtin. Demîr, bilêv kir ku gardiyan şev nîvê şevê davêjin ser qawîşan û tahdeyê li girtiyan dike û lêgerîna tazî li girtiyan ferz dikin.    TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Demîr, destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan rasterast pevgirêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêkanîn û niha tecrîda Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Demîr got: "Ji roja ku komar hatiye avakirin heya niha li hemberî kurdan şerekî qirêj tê kirin. Armanca vî şerî tasfiyekirina û asîmlekirina kurdan ne. Niha jî bi tecrîda li ser Birêz Ocalan vê yekê diceribînin. Lê bêfêde ye. Gava Birêz Ocalan dîl hat girtin, bi dehan mirov li dor wî bûne xeleka ji êgir. Niha zarokên me û hevalên me yê girtî jî vê tecrîdê û hovîtiyê qebûl nakin. Em malbat li cem zarokên xwe ne û tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin."    PIRSGIRÊKÊN LI GIRTÎGEHAN    Fînce Akman, dayika Yakûp Akmanê di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 3'yan de ye, ragihand ku pirtûkên kurdî nadin kurê min û got: "Tenduristiya wan tê paşguhkirin, lêgerîna tazî û jimariya li ser pêyan tê ferzkirin. Ava wan wekî heriyê ye û di nav xwarinên wan de kurm hene."    Dayik Akman, destnîşan kir ku heman tişt li Îmraliyê jî tê kirin û got: "Armanca tecrîdkirina Ocalan tasfiyekirina kurdan e. Hevdîtin têna stengkirin, pirtûk nayên dayîn, tecrîdeke mezin heye."     TECRÎD LI HER DERÎ HEYE   Evrîm Firat xizma Fergîl Firat a di Girtîgeha Sîlîvrî ya Jimare 5'an de ye anî ziman ku di 13'Ê Cotmehê de bi telefonê bi hev re axivîne û got: "Dest danîne ser amûrên wê yên şexsî û wê birine Girtîgeha Jimare 3'yan. Ên li JImare 3'yan hemû girtiyên edlî ne." Firat, destnîşan kir ku li Jimare 3'yan girtiyên siyasî bi pêkanînine dijwar re rû bi rû dimînin. Firat, diyar kir ku xwişka wê ragihandiye ku di qawîşê de 24 kes hene, lê 20 gardiyan ji bo jimariyê tên qawîşê.    Firat, bilêv kir ku tenê ne li girtîgehan li tevahiya civakê tecrîd heye.   Firat, destnîşan kir ku dewlet bi tecrîda li girtîgehan peyamekê dide tevahiya civakê, lê belê di polîtîkaya xwe ya tecrîdê de bi ser neketiye. Firat, bilêv kir ku armanceke din a zext û zoriyên li girtîgehan jî destkeftiyên gelê kurd in û ji bo vê bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Firat bibîrxist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdetirî 22 sal in tê tecrîdkirin û got: "Tecrîda li ser Ocalan bi awayine cuda li tevahiya girtîgehan tê pêkanîn. Heger em li ber vê tecrîdê ranebin, dê zextên li ser xizmên me yên girtî zêde bibin."    Firat bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên din dengê xwe bilind bikin.