Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin 2021-11-02 09:02:42 STENBOL - Karkerên bermayîyên hişk, doza kaşkaşkên xwe kirin ku zabiteyên şaredariyê dest danîne ser wan û firotine xurdevanan.  Li Stenbolê zextên li ser karkerên ku bi berhevkirina bermayiyên hişk debara xwe dikin, didomin. Di meha Tebaxê û meha Îlonê de li Ataşehîr, Umraniye, Bahçelîevler û Uskudarê û gelek navçeyên din zabite û polîsan avêtin ser depoyên bermayiyên hişk. Di avêtin ser depoyan de gelek karkerên bermayiyên hişk hatin binçavkirin û kaşkaşkên wan hatin desteserkirin. Paşê derket holê ku zabiteyan kaşkaşkên karkerên bermayiyên firotine xurdevanan. Serokê Komeleya Paşveveguherandinê ya Stenbolê (ÎGEKATDER) Mesût Aygun û karkerên ku kaşkaşkên wan hatin desteserkirin, xwestin tahdeya li wan tê kirin bi dawî bibe.    PROJEYA EMÎNE ERDOGAN   Aygun, anî ziman ku şaredarî û walîtî bermayiyên ji ser çopan tên berhevkirin wekî "qezenceke neheq" wesifandine. Aygun, destnîşan kir ku ev wesifandin ne rast e û tiştên berhev dikin xwêdana eeniya wan e û got: "Em van daxuyaniyan şermezar dikin. Ya tê kirin talankirin e. Kedxwarî ye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin."    Aygun, destnîşan kir ku ji bo jiyana xwe bidomînin vî karî dikin û dê li ber van zextan rabin. Aygun got: "Bingeheke van êrişan heye. Vê zextan ji bo 'projeya sifir bermayî' ya Emîne Erdoganê dikin. Vê yekê jî bi destê şaredariyên AKP'î dikin. Em ê ji bo nanê xwe bitêkoşin. Bila hemû kedkar, hêzên ked û demokrasiyê piştgiriya me bikin. Ev berxwedana me, berxwedaneke mafdar e."    'HEQÊ XWE HELAL NAKIM'   Bayram Tûg ku bi berhevkirina bermayiyan debara xwe dike, bibîr xist ku zabiteyên şaredariyê dest danîne ser bermayiyên ku berhev kirine. Tûg, destnîşan kir ku kaşkaşkên wan ên hatine desteserkirin hatine firotin û got: "Em heqê xwe helal nakin. Dest danîn ser nanê me. Em kaşkaşkekê bi 500 TL'yî dikirin. Ev pere di hefteyekê de jî bi dest me nakeve. Em diziyê nakin. Şaredariyê îhaeya bermayiyan stendiye, lewma dibêje 'hûn nikarin li vir berhev bikin.' Du caran dest danîn ser kaşkaşka min."    KAŞKAŞKA XWE DIXWAZE   Karkerê bermayiyên hişk Bûrak Ataç jî ji bo firotina kaşkaşkênw an got: "Nayê qbeûlkirin. Em kaşkaşkên xwe dixwazin. Ew, wesayîtên me ne. Me bi pereyên xwe ew kirîne, lê rabûn firotin. Em heqê xwe helal nakin. Bi milyonan kes vî karî dikin. Em dev ji vî karî bernadin."