Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin 2021-11-02 09:02:43 AGIRÎ - Cîhan Alkan ku li Girtîgeha Eskîşehîrê girtî ye, ji ber ku lêgerîna li hundirê dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin.  Cîhan Alkanê ku di Girtîgeha Eskîşehîr a Tîpa H'yê de ye, 27 sal in girtiye. Alkan, li girtîgehê qeyrana dil derbas kiriye û ji ber vê emeliyat bûye. Her wiha nexweşîna mîde û rûviyan jî pê re heye. Alkan, roja înê telefonî dêya xwe Necla Alkan kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Alkan, ragihand ku ji ber ku lêgerîna li hundirê dev qebûl nekiriye, sewqa wî ya nexweşxaneyê hatiye betalkirin.    Dayik Necla Alkan, diyar kir ku ji ber ku kurê wê bi salan e girtiye gelek nexweşîn lê peyda bûne û got: "Muameleyeke nemirovî dikin. Lewma gelek binpêkirinên mafan çêdibin. Ez jî wekî he rdayikê rewşa kurê xwe meraq dikim. Em tenê bi telefonê bi hev re diaxivin. Di hevdîtina dawî de got, ji ber ku ferzkirina lêgerîna li hundirê dev qebûl nekirine, sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyê hatine betalkirin."    BANGAWAZÎ   Dayik Alkan, destnîşan kir ku ya tê kirin zilm e û girtî li dijî van polîtîkayan têdikoşin. Alkan, anî ziman ku dewlet bi van polîtîkayan dixwaze kurdan û muxalifan terbiye bike û got: "Dixwazin me çavtirsandî bikin û terbiye bikin, lê em li dijî van pêkanînan li ser pêyan e. Niha hê jî têkoşîna li girtîgehan didome. Zilm tu carî bi ser neketiye. Em ê bi ser bikevin. Wekî girtiyan, divê malbat jî bitêkoşin."