DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne 2021-11-02 09:02:45 DERSIM - Serokê DAM'ê Selman Yeşîlgoz, diyar kir ku Gursel Erol ê CHP'î di bin navê "peyzaj"ê de zirar daye xwezaya Ziyareta Fatma Anayê û deverên bîr û baweriya wan, ne ew dever in ku ji bo reklamê bên bikaranîn.  Parlementerê CHP'yê Xarpêtê Gursel Erol, di bi navê "peyzajê" de li Ziyareta Fatma Anayê ya li Geliyê Mûnzûrê hin sereraskirin kirin. Dîwar hatin çêkirin û du peykerên şêran jî hain bicihkirin. Piştî ku xebaa "peyzaj"ê qediya Erol, di 28'ê Cotmehê de hat Ziyareta Fatma Anayê vekir û di serdanê de tabletekî mermerî ya li ser "Selihandin û sererastkirina derdorê ji aliyê Birêz Erol Gurselê parlementerê Dersimê yê heyama 26'an û parlementerê Xarpêtê yê heya 27'an ve hatiye çêkirin" bi ziyaretê ve daliqand.    Serokê Navenda Lêkolînên Dersimê (DAM) Selman Yeşîlgoz, bertek nîşanî vê yekê da. Yeşîlgoz, bilêv kir ku di demên dawî de Erol û kesên wekî wî zirarekê didin xwezaya navendên bîr û baweriyên Dersimê û wan vediguherînin deverên turîstîk û got: "Di bin navê restorasyonê de xwezaya deverên me yên pîroz xirab dikin. TIştekî elteewş dertê holê. Mixabin kesên van deran wiha dikin jî êdî wekî cihên wan bin tevdigerin. Ev bêhurmetî ye ji bo deverên me yên bîr baweriyê. Heger li van deran tiştek bê kirin, divê li gor tevna wan a xwezayî bê kirin."    Yeşîlgoz, destnîşan kir ku li Dersimê xebatên bi vî rengî her diçe ji hêla Gursel Erol vê hîn bêtir tên çêkirin û got: "Ev tişt li Duzgun Baba, Kaniya Mezin û gelek deverên din kir. Gelek kesên din jî wekî wî hereket dikin û heman tiştî dikin. Mirovên me ji be rpîroziya van deran pêxwas dikevin hundur û findên xwe vêdixin. Lê niha ev dever ji hêla hin siyasetmedar û kardêran ve wekî reklamê tên bikaranîn. Heger dilê wan û tiştekî heme, divê tevna xwezayî ya van deran biparêzin û wisa bikin. Divê saziyên bîr û baweriyê bên cem hev du û biryar bidin divê bê çi bê kirin. Ji lewra êdî deverên bîr û baweriyê wekî reklamê tên bikaranîn."    Yeşîlgoz, bilêv kir ku ji be rku ev deverên bîr û baweriyê veguherîne deverçn turîstîk, ev dever qirêjî jî dibin û kesên tên van deran êdî potik û kîsikan bi van deran ve daldiqînin. Yeşîlgoz, anî ziman ku heger serdanek bê kirin divê pêşî guh li pîr û ocaxan bê kirin. Yeşîlgoz, ji bo panoyên reklamê yên hatine daliqandin jî bang kir ku bên rakirin û got: "Heger ew ranekin jî, saziyên bîr û baweriyê demildest divê wan rakin."    MA / Cengîz Ozbasar