Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê 2021-11-02 09:45:53   MERSÎN - Sekreterê TÛAY-DER'ê Ergîn Altûntaş, bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û diyar kir ku pêkanînê li girtîgehan derketine asta pêkanînên 14'ê tirmehê û û 12'ê îlonê.    Sekreterê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan a Çûkûrovayê (TÛAY-DER) Ergîn Altûntaş, polîtîkayên tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêmê nirxandin.    'HOVÎTÎ'   Altûntaş, anî ziman ku polîtîkayên tecrdê yên li Îmraliyê pêk tên li hemû girtgehan belav bûne û got: "Ev pêkanîn hatin asta binpêkirinên mafan ên van salên dawî, 14'ê Tîrmehê û 12'ê Îlonê." Altûntaş bibîr xist ku nêzî mehek berê nêzî 100 girtî ji Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û di dema sewqkirinê de gardiyanan derba kuştinê li girtiyan xistine û got: "Li Girtîgeha Kirikkaleyê hovîtiyek çêbû. Ji ber mudaxileya eskeran kes nemir." Altûntaş, ragihand ku girtiyên hatine sewqkirin di hucreyên yekkesî de ne û li vira dest danîne ser kincên girtiyan û xeber nedane malbatên wan. Altûntaş bal kişand ser rewşa girtiyên sewqî girtîgehên Bûca, Şakran û Tekirdagê kir û got: "Li van girtîgehan hovîtiyeke mezin hat kirin." Altûntaş, anî ziman ku raporên ji bo derbkirinê jî nedane girtiyan.    Altûntaş, anî ziman ku li Girtîgeha Tarsûs a Tîpa T'yê gardiyanan bi awayekî hevwext avêtine ser qawîşan û got: "Avêtinêns er qawîşan ên di dema pandemiyê de nehatibûn kirin, di 3 hefteyên dawî de bi awayekî hevwext tên kirin. Di dema avêtina ser qawîşan de dest danîne ser amûrên girtiyan jî. Qawîşa he rkesî guherandine. Wekî Girtîgeha Bunyanê, li vê derê jî girtiyên edlî tînin li qawîşên nav wan bi cih dikin. Ji ber van tiştan ewleyiya wan bi xetereyê re rû bi rû ye."    AQÛBETA WÎ NEDIYAR E   Altûntaş, bal kişand ser rewşa girtiyekî ji Rojavayê yê ji Girtîgeha Bunyanê hatiye berdan. Altûntaş, bi lêv kir ku kesê hatiye berdan ewilî birine Îdareya Koçberiyê ya Kayseriyê û ji wir jî ew dersînor kirine û niha nizanin aqûbeta wî çi ye. Altûntaş, destnîşan kir ku li Efrînê jî malbateke 11 kesî hatiye girtin û wan anîne tirkiyeyê û ev jî li Hatayê di girtîgehên cuda de ne.    ‘DERMANAN JÎ NADIN WAN'    Altûntaş, bibîr xist ku li girtîgehên herêma Çûkûrovayê û Tirkiyeyê girtitên nexweş hene ûg ot: "Ji ber şert û mercên girtîgehan girtiyên nexweş hene. Lê belê ev girtînî rewşa wan pir xedar in. Dermanan jî nadin van girtiyan."   Altûntaş, bang li rayedaran kir ku berpirsiyariya xwe pêk bînin.    MA / Mehmet Şah Orûç