Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir 2021-11-02 10:04:25   WAN - Li navçeya Miksê, hat angaştkirin ku zarokê 17 salî yê bi navê E.Y. întihar kiriye û li nexweşxaneya lê tedawî dîtiye jiyana xwe ji dest daye.    Hat angaştkirin ku zarokê 17 salî yê bi navê E.Y. li navçeya Miksê ya Wanê întihar kiriye. Piştî întiharê ji ber ku rewşa wî giran dibe wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Miksê. Ji vir jî wî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Zanîstên Tenduristiyê (SBU) dikin. Piştî ku li vir jî rewşa wî nebaş dibe ji vir jî wî radikin Enqerê û rexmî hemû mudaxaleyên ku lê tên kirin jî jiyana xwe ji dest dide.   Derbarê mirina zarok E.Y. de lêpirsîn hat destpêkirin.