Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye 2021-11-02 10:50:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye û wiha got: “Çareseriya li Tirkiyeyê çareseriya li Sûriyeyê ye, çareseriya Sûriyeyê çareseriya li Tirkiyeyê ye.”   Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di Adara 2011'an de dest pê kir, 10 sal li pey xwe hiştin. Kurdên ku nebûn alîgirê şer, di sala 2014'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) rêveberiya xwe bi avakirina kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê îlan kirin. DAIŞ’a ku hêzên navneteweyî yên li hemberî daxwaza kurdan tehemûl nekirin, araste kirin, di 10 'ê Îlona 2014'an de êrişî Kobanê kir. DAIŞ’a ku YPG’ê û YPJ'ê ew têk bir, di 26’ê Çileya 2015’an de ji Kobanê hat derxistin. Dema ku berxwedana dîrokî dewam dikir, bi bangewazîkirina navên navdar ên cîhanê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.    Piştî ku di êrişên DAIŞ têk çûbû de Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di axaftina xwe de gotibû “Kobanê hat ket ha dikeve”, ve carê Tirkiyeyê dest bi êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Tirkiyeyê cara yekem di 20’ê Çileya 2018’an de dest bi êrîşa li ser Kantona Efrînê kir. Tirkiyeyê pişt re di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi erêkirina Amerîkayê di salvegera derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê ya bi komployeke navnetewî de erişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Bi berxwedana gelên Rojava ya li dijî van êrîşan 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê hat îlankirin.    Gefên Tirkiyeyê ku êrîşên xwe didomandin û hêzên navnetewî yên ku li herêmê bi cih bûne û van êrîşan veguherînin fersendan, bi dawî nebûn. Hêzên navnetewî ku bersiv nedan bangên çareseriya demokratîk ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lêgerîna çareseriya “Bê kurd” a ji Cenevê heta Soçiyê jî bê encam ma.    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 20 salan li Sûriyeyê ma û piştre di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê û 23 sal in di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ocalan, di hevdîtinên bi wî re hatin kirin de derbarê rêyên çareseriya mayînde ya li Sûriyeyê de nirxandinên girîng kiribûn.    ‘XETA PYD’Ê DEMOKRATÎK E’   Ocalan, destnîşan kir ku çareseriya li Sûriyeyê li ser xeta PYD’ê ye û di hevdîtina 24’ê Hezîrana 2013’an bi Şandeya Îmraliyê re pêk anî de wiha gotibû: “Pêvajoyê, rastiya xeta PYD’ê ya li Sûriyeyê aşkera kiriye. Êdî herkes vê baştir dizane. Xeta PYD’ê demokratîk e.”   TECRÛBEYA 20 SALAN A LI SÛRIYEYÊ    Ocalan, di hevdîtina 21’ê Tîrmeha 2013’an ku Şandeya Îmraliyê jê re ragihand ku li Rojava pevçûnên dijwar rû didin de ev hişyarî kiribûn: “Çareseriya li Tirkiyeyê çareseriya li Sûriyeyê ye, çareseriya li Sûriyeyê çareseriya li Tirkiyeyê ye. Hêvîdar im ew dikarin vê pêk bînin. Bila li Efrîn û Ezazê bi Tirkmen û Suryaniyan re jî hevdîtinê bikin. Ji bo van pevçûnan rawestînin dikarin wan jî vexwînin yekitiyê. Ev yekitî wê zorê li Esad jî bike û dikare Sûriyeyê ji vê çiravê derxîne. Li Sûriyeyê tecrûbeya min a 20 salan heye. Eger naxwazin Iraqeke duyemîn biafirînin, divê vê bikin.   XETA SOR   Şandeyê di hevdîtina 9’ê Mijdara 2013’an de gotinên Erdogan ên “Xeteke min sor tenê heye ew jî Sûriye ye. Ez destûrê nadim avabûneke weke ya Bakurê Iraqê” ji Ocalan re ragihandin. Ocalan jî bi gotina “Em jî dê tu carî destûrê nedin ku kurd di nava Sûriyeyê de werin helandin. Ev jî xeta me ya sor e!” bertek nîşanî vê nêzîkatiya desthilatê dabû.    Rêberê PKK’ê di hevdîtina 14’ê Adara 2015’an de ruhê Eşmeyê destnîşan kiribû û ev hişyarî kiribû: “Heke Rojava têk biçe wê Toros û Çûkûrova jî têk biçin.”     MA / Ozgur Paksoy