Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin 2021-11-02 11:11:32   RIHA - Li navçeya Licê çawişê pispor Hanîfî N. ê ajokarê maşîna zirxî dema ji bo radestkirina 42 kîlo û 100 gram esrarê diçû, li Hîlwanê hat girtin.    Fermandariya Cendermeyan a Rihayê li xaçerêya gundê Ovacik û Çakmak yên navçeya Hîlwana Rihayê wesayîta bi pîleqeya 55 AAT 802 sekinand û lêgerîn kir, di lêgerînê de 42 kîlo 100 gram esrar hat girtin. Çawişê pispor Hanîfî N. ku ajokarê maşîneya zirxî ya girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Licê ye di wesayîtê de hat binçavkirin.    ‘EZ DIÇÛM KU RADEST BIKIM’   Hat hînbûn ku Hanîfî N. di îfadeya xwe de gotiye ku esrar bi 200 hezar lîreyan firotiye Hasan A. yê li gundê Sogutlu yên navçeya Hîlwanê rûdine û ji bo bibe radestî wî bike dibir. Di çarçoveya îfadeyê de di serdegirtina malê ya gundê Sogutlu de Hasan A. hat binçavkirin. Çawişê pispor Hanîfî N. û Hasan A. birin Fermandariya Cendermeyan a Bajêr.