Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin 2021-11-02 11:35:07   COLEMÊRG - Hat diyarkirin ku gardiyanên ku nehiştin girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzuyê dimînin sewqî nexweşxaneyê bên kirin, bi gotina “Hemû rêzikên li vir em diyar dikin” gef li girtiyan xwarine.    Dilgeş Yaşar û hevalên wî yên qawişê ku li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuya Trabzonê tên ragirtin, ji ber lêgerîna tazî û lêgerîna dev meheke nikarin biçin nexweşxaneyê. Dilgeş Yaşar ê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, binpêkirinên mafan ên diqewimin ragihandin. Dayik Mûhsîma Yaşar, diyar kir ku li Tajdîn Dûran ê 28 sal in girtiye û du girtiyên din ên di qawişa kurê wê de “lêgerîna tazî” û “lêgerîna dev” hatiye ferzikirin. Yaşar, da zanîn ku kurê wê gotiye girtiyên ku ferzkirin qebûl nekirine, nebirine nexweşxaneyê û wiha got: “Gardiyanan gef li kurê min û girtiyên pê re xwarine. Ji wan re gotine ‘We got qey ev der paytextê Fransayê Parîs e? Tişta em dixwazin em ê li we bikin. Hûn jî mecbûr in vê yekê pêk bînin. Hemû rêzikên liv ir em diyar dikin.’”   ‘HEWL DIDIN KU ÎNFAZA WAN BIŞEWITÎNIN’   Yaşar, anî ziman ku ev pêkanînên wisa li girtiyên ku nêzî 30 sal in girtîne û cezayê wan xelasbûne tê ferzkirin û wiha axivî: “Kurê min got wan provoke dikin û hewl didin ku înfaza hevalên wan ên cezayê wan xelasbûne bişewitînin. Bi van gefan wan provoke dikin.”   Yaşar, diyar kir ku kurê wê banga hestiyariyê li rayagiştî kiriye û got: “Yekane daxwaza me ewe ku polîtîkayên bêhiqûq ên li ser girtiyên siyasî tên meşandin bên bidawîkirin.