Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne 2021-11-02 11:54:59   AGIRÎ - Rojnamevan Abdulah Kaya yê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê tê darizandin, bi lêv kir ku ligel biryara dadgehê jî fermandariya cendermeyan a navçeyê malzemeyên wî yên teknîkî nedanê.    Derbarê Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK’ê hatibû girtin Abdûllah Kaya de bi hinceta ku “Mîhrîcana Xweza û Aştiyê” ya di 3’ê îlona 2014’an de li Çiyayê Agiriyê şopandibû, bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 16’êmîn a doza Kaya li li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê hat dîtin. Danişîna ku parêzerê Kaya hêcet nişanda û tevlînebûyî de ew amade bû.    ‘ROJNAMEVANTÎ TÊ DARIZANDIN’   Kaya, parastina xwe ya beriya niha dubare kir û diyar kir ku karê xwe yê rojnamevantiyê pêk aniye û rojnamevantî tê darizandin. Kaya, da zanîn ku malzemeyên teknîkî yên di dema binçavkirinê de ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Giyadînê ve hatine desteserkirin, tevî biryara dadgehê jî li wî nehatine vegerandin û xwest, malzemeyên wî yên teknîkî jê re bên dayîn.   WÊ DÎSA MUZAKERE WERE NIVÎSANDIN   Şandeya Dadgehê, ji bo dayîna malzemeyên teknîkî yên Kaya ku hatine desteserkirin, biryar da ku ji Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê re muzakere were nivîsîn û danişîn taloqî 20’ê Çileya 2022’yê kir.