Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê 2021-11-02 12:20:36   ENQERE - Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku ji doza Kobanê girtî tê darizandin, bi hinceta bi siyasetmedara kurd Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin re di girtîgehê de maye, pêvajoya girtina wê dirêj kirin.    Tekildarî çalakî û serhildanên Kobanê yên 6-8’ê cotmeha 2014’an endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di navde 21 jê girtî 108 siyasetmedar têne darizandin. 5’emîn danişîna doza Kobanê hat dîtin. Sedema berdewama girtina siyasetmedaran di pergala UYAP’ê de hat parvekirin. Heyeta dadgehê di 7 rûniştinên dozê yên di 18, 19, 21, 22, 25, 26 û 27’ê cotmehê de hatin dîtin, der barê 21 siyasetmedaran de bi hinceta “Hebûna delîlên şênber ên şika sûcê bi hêz, bi sûcdariyê tê kirin re li hev tê” û “Gumanên ku birevin heye” biryara berdewama girtina wan da.    DAXUYANIYA ŞAHIDÊN NEPEN    Dadgehê di hinceta berdewama girtinê de îfadeyên berê dubare kirin. Heyetê îfadeyên şahidên nepen wekî delîlên sûc nîşan da. Di biryarê de ji bo hemû girtiyan heman hincet hat rêzkirin. Hincet wekî “Hewldana zextan” nîşan dan.    DAXUYANÎ WEKÎ SÛC DÎTIN   Dadgehê di berdewama biryarê de daxuyaniyên siyasetmedaran ên di demên cuda de wekî hinceta sûc nîşan da. Dîsa hincet ên berê kopî kirin û dubare kirin. Ji bo 21 girtiyan îfadeyên wekî “Hat famkirin ku lêpirsîn neketiye Dadfeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Bangên ji aliyê Lijneya Rêveberiya Navendî de zor li rêxistinê hatiye kirin. Di daxuyaniyên gelek şahidan de hatiye dîtin. Li ser bersûcan şikên bi hêz hene” hincet hat nîşandan.    HEMAN HINTCET DUBARE KIRIN   Dadgehê ji bo 21 girtiyan ifadeyên berê kopî kirin û bi biryara nû ve zeliqandin. Heman îfade, kirin sedema berdewama girtina Aynûr Aşan a di 15’ê cotmehê de hatibû girtin. Lê Aşan piştî hat girtin, di danişîna yekemîn de got hêj îdeaname negihiştiye destê wê. Aşan, gotibû ‘Piştî Îddîaname gihişt destê min ezê parastina xwe amade bikim.   SAKÎNE CANSIZ KIRIN HINCETA DEWAMA GIRTINA KIŞANAK     Heyetê ji bo berdewama girtina Hevşaredara berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî hincetên balkeş nîşan da. Heyetê îfadeya şahida nepen Gul Tanriverdî a der barê Kişanak de gotiye “Bi Sakine Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin re li girtîgehê mane. Di nava rêxistinê de wekî kesa herî tê hezkirin’. Heyetê hevaltiya Gultan Kişanak a bi Sakine Cansiz re kirin sedem ku  Kişanak girtî bê darizandin.    MA / Zemo Aggoz