Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê 2021-11-02 12:39:00   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta xwe ya Edaletê di roja 239’emîn de didomîne, nobeta xwe careke din bir ser pêlekanên edliyeyê.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 239’emîn de didome. Malbata ku ji navçeya Pirsûsa Rihayê tê û li qada ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” nobeta xwe digire, careke din nobeta xwe bir ser pêlekanên edliyeyê. Parêzerê malbatê Serhat Kurt jî bi malbatê re nobet girt.    ‘EV EDLIYE GIRÊDAYÎ WEZARETA TE NÎNE?’   Dayik û kurê wê yên di 9’ê Adarê de bi rûniştina li ser pêlekanên Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kiribûn, di roja 5’emîn de bi zora polîsan derxistibûn derveyî bariyerên beton.  Ferît Şenyaşar diyar kir ku ji ber 234 roj in edalet tune ye dîsa li ser pêlekanên edliyeyê rûniştine û wiha got: “Wezîrê Dadê dibêje ‘Tişta ku avahiyê dike edliye ne tabelaya wê ye. Çawa ku di hundirê wê de edalet bi awayekî paqij dixebite ye’ Ev edliye girêdayî wezareta te nîne? Zarok û hevjînê vê dayikê hatin qetilkirin, 8 meh in li pêş vê avahiyê rûdine. Çima edalet pêk nayê? Biryarên siyasî tên girtin. Divê demildest edalet pêk were.”   Polîsan, nûçegihanê me yê xwest çalakiya nobetê bikişîne bi gotina “Li edliyeyê û derdora wê kişandina dîmenan qedexe ye” ji baxçeyê edliyeyê  derxist. Çalakiya malbatê ya li ser pêlekanan didome.