Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin 2021-11-02 13:17:34 STENBOL - Danişîna doza rojnameger Can Dundar û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gunedmê Înan Kizilkaya hat dîtin. Danişîna dozê bi hinceta “aliyên kêm” taloq kirin.    Ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’yan hatibû girtin, Nobeda Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin. Der barê Rojnameger Înan Kizilkaya û Can Dundar ên tev li çalakiya Gerînendeye Weşana Giştî ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn de bi îddîaya “Heqaret li rayedarê cemaweriyê kirine” doz hatibû vekirin. Danişîna doza 18’an li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’emîn a Stenbolê ya li Çaglayanê ye hat dîtin. Di danişîna dozê de rojnameger Kizilkaya û parêzerê wî Ozcan Kiliç amade bûn.    Rojnamegerên xwestin tev li danişina dozê bibin bi hinceta şewba vîrûsa (Covid-19) hilnegirtin hundirê salonê. Heyetê piştî parastinê, der barê Can Dundar de biryara rawestandina girtinê da. Heyetê bi sedema ‘aliyê kêm’ danişîna dozê taloqî 24’ê Adara 2022’an kir.