Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin 2021-11-02 13:56:47   MÊRDÎN - Hevjînên hev Îbrahîm û Faîze Dînler beriya 9 rojan di operasyona li Gundê Qurdîsê yê Merdînê de hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê xwest ku bi “endamtiya rêxistinê” Îbrahîm û Faîze Dînler bêne girtin.    Di 22'ê cotmehê de artêşa tirk li herêma Omeriya Mêrdînê dest bi operasyone kiribû. Di operasyonê de 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Dema operasyonê berdewam dikir, di 25'ê Cotmehê de leşkeran bi ser mala Îbrahîm Dînler (73) û Faîze Dînler (72) a li gundê Qurdîsê de girtibûn û herdu binçav kiribûn. Dînler ên hevjînên hev piştî binçavkirina 9 rojan, sewqî dozgeriyê kirin. Piştî kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn derxistin Edliyeya Mêrdînê. Dozgeriyê di îfadeyan de şikeftên di nava zeviyên Dînler de kirin mijara sûc û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê Dînler sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kirin.   Tê payîn ku di saetên pêş de Dînler derkevin pêşberî dadgehê.