Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin 2021-11-02 14:19:18   STENBOL - Karsazê girtî Osman Kavala, di nameya ku şand de ev tişt got: "Ji ber ku hewl tê dayîn ez weke mirovek "tarî" û "nebaş" bêm nîşandan, rastiya min hat pênasekirin."    Karsazê girtî Osman Kavala ku ji Doza Gezî ya derbarê wî de hatibû vekirin beraet kiribû û bi angaşta "sîxuriyê" careke din hatibû girtin, ji Girtîgeha Sîlîvriyê ku 4 sal in girtî ye name şand. Kavala, di nameya xwe de destnîşan kir ku hedef tê nîşandan û ev tişt got: "Roja duşemê li Girtîgeha Sîlîvriyê 4 sal in temam bûn. Di vê demê de ji ber ku di girtîgehê de me, min tenê  ne derfetên xwe yên jiyanî winda kir. Hedef hatim nîşandan û di nav raya giştî de ji ber ku hewl tê dayîn ez weke mirovek "tarî" û "nebaş" bêm nîşandan, rastiya min hat pênasekirin. Piştî ku min 4 salên jiyana xwe winda kir û hatim asta "pirsgirêka welat" tişta ku pê teselî bibim; tiştên min jiyane ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên di darazê de feydeke wê çi bibe û ji min şûn de kesên derkevin pêşberî darazê mehmeleyek adîlane bibînin."