Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin 2021-11-02 15:22:04   AMED - DFG'ê ragihand ku binpêkirinên mafan ên derbarê rojnamegeran de zêde bûne û di rapora xwe ya meha cotmehê de diyar kir ku 3 rojnameger hatine binçavkirin, êriş li 6 rojnamegeran hatiye kirin û darizandina derbarê 58 rojnamegeran de berdewam kirine.   Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG), rapora xwe ya meha coptmehê ya binpêkirinên mafên rojnamegeran aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin ku di demeke ku pêwîst e rojnameger bi awayekî azad karê xwe bikin de  zextli wan tê kirin û ev tişt hat gotin: "Ev rewş nayê qebûlkirin. Di meha cotmehê de hevalên me yên nûçegihan dema ku li qadê nûçeyan dişopandin bi astengiyan re rû bi rû man. Rojnameger tên binçavkirin û her wiha gelek caran êriş li wan hatin kirin. Bi taybetî jî dema bûyerên civakî dişopînin polis tundî li wan dikin. Ji ber vê tundiyê êdî nikarin karê xwe bikin. Polis hevalên me yên rojnameger dişopînin, li wan didin û amûrên wan ên kişandinê desteser dikin.     DARIZANDINA ROJNAMEGERAN   Di raporê de hat destnîşankirin ku astengkirina rojnamegeran bûye karekî rûtin û ev tişt hat gotin: "Divê bê zanîn ku ev nêzikbûn rewşeke metirsîdar e. Çawa çidibe rojnamgerekî ku mafê wî yê agahî girtinê dema şopandinê nûçeyê bê astengkirin? Divê di zûtirîn demê de ji vê bêperwatiya hêzên ewlehiyê re bê gotin ku raweste. Bi taybetî di qada darazê de hê jî derbarê rojnamegeran de lêpirsîn tên destpêkirin, tên darizandin û tirsandin. Di vê mehê de derbarê gelek hevalên me de lêpirsîn hatin vekirin, di heman demê de derbarê çar rojnamevanan de jî dozên nû hatin vekirin. Di nava mehekê de 58 rojnamevan derketin pêşberî dadger û hatin darizandin. Wekî ku di daneyên berfireh ên rapora me de jî tê dîtin, lêpirsîn û dozên hatine vekirin bi temamî ji ber xebatên rojnamegeriyê ne û bi awayekî ku hewl hatiye dayîn rojnamevan ji kar bê derxistin, pêk hatine."   BIRÎNA BIXWÎN A WELÊT   Di raporê de hate bibîrxistin ku hê gelek rojnamevan li girtîgehan hene û ev tişt hat gotin, "Bêparhiştina rojnamevanan ji azadiyê bi serê xwe rewşeke giran e. Binpêkirinên mafan ên hevalên me bi wan re rû bi rû dimînin tabloya neyînî kurteber dike. Dem bi dem ji hevalên me yên li girtîgehê name ji komeleya me re tên nivîsandin û qala binpêkirinên mafan tê kirin. Tê fêmkirin ku li girtîgehên ku bûne birîna bixwîn a welat, ji bo hevalên me yên rojnamevan dest bi şêweyê cezakirinê kirine. Em careke din bînin ziman ku; mafê tu kesî nîne ku rojnamevanek ji azadiya wî bêpar bihêle."   50 NÛÇE HATIN ASTENGKIRIN    Di raporê de hat ragihandin ku pêkanînên sansurê di meha Cotmehê de leza xwe winda nekirine û wiha hat gotin: "Nûçeyên ku hikûmet û hevalbendên wê hezm nakin, bi bikaranîna saziyên dadgeriyê bi lez û bez tên sansurkirin. Bi qasî ku me tespît kirine tenê di meha cotmehê de xwegihandina 50 nûçeyan hatiye astengkirin û 5 malperên înternetê hatine girtin. Astengkirin û sansurên di medya dîjîtal de ne tevî wan daneyane. Mîna ku ev pêkanîn nîşan didin, mirovên li desthilatdariyê gelekî ji rastiyê ditirsin. Ji bo ku nûçeyan ji raya giştî re ranegihînin serî li her cure rêyê didin. Lê tê jibîrkirine; kurmekî rastiyan ê zû yan jî dereng derdikevin holê heye. Tu nikarî vê rastiyê bi kelepçekirinê, zincîrkirinê, girêdanê, astengkirinê, sansûrkirina di navbera çar dîwaran da biguherînî."   58 ROJNAMEGER HATIN DARIZANDIN   Di raporê de hat gotin ku li Tirkiyeyê heta 2'ê mijdarê hejmara rojnamegerên girtî 62 ne û hat diyarkirin ku di meha cotmehê de 3 rojnameger hatine binçavkirin, êriş li 6 rojnamegeran hatiye kirin, 8 rojnameger dema nûçe şopandine hatine astengkirin, derbarê 8 rojnamegeran de lêpirsîn hatine destpêkirin, doz li 4 rojnameger hatiye vekirin, 2 sal, 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan li 3 rojnamegeran hatiye birîn, darizandina 58 rojnamegeran berdewam kiriye, di girtîgehê de mafên 3 rojnamegeran hatiye binpêkirin, 2 cezayên RTUK'ê hatine dayîn û 50 nûçe û 5 malperên înternetê hatine astengkirin.