Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin 2021-11-02 16:10:28   EDENE - Polîsan 72 afganistaniyên ku li Edeneyê ketin pîsta balafirgehê, binçav kirin.    Polîsan li ser rêya derdora Balafirgeha Edeneyê ji bo kontrolkirinê TIR'ek rawestandin. Polîsan di kontrolê de tespît kir ku 72 afganistanî di qaseyê TIR'ê de ne. Afganistaniya  xwe di ser têlên balafirgehê re avêtin û berê xwe dan pîsta balafirgehê. Polîsan wan li vir asteng û binçav kirin. Li ser vê rewşê rabûna balafiran saet û nîvekê hat sekinandin.