Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir 2021-11-02 16:26:28   DERSIM - Gursel Erol ê CHP’yî ku tableta navê wî li ser hatibû nivîsîn, bi Ziyaretgeha Dayika Fatma ve kiribû, li ser bertekan neçar ma tableta mermer rake.       Parlementerê CHP’ê yê Xarpêtê Gursel Erol, di bin navê “peyzajê” de li Ziyaretgeha Dayika Fatmayê ya li Geliyê Mûnzûr ê Dersimê hin sererast kirin kirin. Dîwar hatin çêkirin û du peykerên şêran jî hatin bicihkirin. Piştî ku xebata “peyzajê” qediya Erol, di 28'ê Cotmehê de hat Ziyaretgeha Dayika Fatmayê vekir û di serdanê de tableteke mermer ku li ser “Selihandin û sererastkirina derdorê ji aliyê parlementerê Dersimê yê heyama 26’an û parlementerê Xarpêtê yê heya 27’an Birêz Erol Gursel ve hatiye çêkirin” bi ziyaretgehê ve daliqand.   Li ser bertekên welatiyan Erol, neçar ma ku tableta ku navê wî li ser dinivîsî rake.