DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar 2021-11-02 16:27:24   MÊRDÎN - Lijneya Rêveberiya DEDAŞ'ê ku li herêmê ji ber birîna ceyranê bertekên li dijî wê zêde bûne, bi birîna ceyranê gef li cotkarên Mêrdînê xwar.    Endamên Lijneya Rêveberiya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcle Elektrîkê (DEDAŞ) û Şîrketa Firotina Perakende ya Ceyranê ya Dîcle Elektrîkê (DEPSAŞ), ji ber ku bi sedema birîna ceyranê û pêkanînên wan ên li ser mal, gund û cotkaran bertekên li dijî wan zêde bûbûn civîna oniline li dar xistin. Seroke Lijneya Rêveberiya Dîcle Elektrîkê Mehmet Atalay, Midurê Giştî yê DEDAŞ'ê Yaşar Arvas û Midurê Giştî yê Enerjiyê DEPSAŞ'ê Mûrat Karaguzel û gelek rojnameger tevlî civînê bûn. Di civînê de derbarê rêjeyên ceyranê yên "qaçax-winda" de agahî hatin dayîn. Her wiha gotin ku rêjeya ceyrana "qaçax-winda" ya li herêmî ji sedî 76'an daketiye ji sedî 46'an.    GEFA LI COTKARAN   Seroke Lijneya Rêveberiya Dîcle Elektrîkê Mehmet Atalay, piştî agahdariyê pirsên rojnamegeran ên derbarê pêkanînên DEDAŞ'ê de bersivand. Atalay, li ser pirsa rojnamegerekê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar û têkildarî mijarê ev tişt got: "Li Mêrdînê 6 hezar û 500 cotkar hene û hejmara kesên fatoreyên xwe didin di navbera 600 û 700'î de ye. Ji bo dayîna xizmeta elektrîkê bedêleke heye. Em ji vir careke din radigihînin. Em ê ceyranê nedin cotkarê ku sala bê deynê xwe nede. Em nikarin bidin. Êdî taqate me nemaye. Heke deynê xwe nede bila çandiniya xwe neke. Bila vala neçe."