Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2021-11-02 16:44:10   MÊRDÎN - Hevjînên hev Îbrahîm û Faîze Dînler ên beriya 9 rojan di operasyona li Gundê Qurdîsê yê navçeya Artûklûyê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hevjînên hev Îbrahîm û Faîze Dînler dema operasyona eskerî ya di 22’yê Cotmehê de li gundê Qurdîsê yê herêma Omeriya ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê, bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Dînler ên hevjînên hev piştî binçavkirina 9 rojan, Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê Dînler sewqî Dadgeha Ceza ya Silhê kirin.   Li dadgehê şikeftên di nava zeviyên Dînler de bûn mijara sûc, piştî îfadeyên Dînleran hat wergirtin, dadgehê ji bo biryarê 10 deqîqe navber da. Dadgehê piştî navberê Dînler bi “qedexeya derketina derve” û hefteyê rojekê îmze biavêjin berdan.