Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin 2021-11-02 17:02:45   KONYA - Hevseroka HDP’ê ya Konyayê Songul Çetîn, têkildarî 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê wiha got: “Roja Rojava ya Cîhanê, remza dîrokî ya vîna mirovan a li dijî tankan e.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konyayê bi boneya 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Konyayê Songul Çetîn, di civînê de axivî. Çetîn, qala têkoşîna li dijî êrişên DAIŞ’ê hat bi rê ve birin kir û wiha got: “Li Rojava nirxên mirovahiyê yên hevpar ên weke azadiya jinê, azadiya gelan, netewa demokratîk, bawerî û hêviyê derketin holê.”   ‘TU ÊRIŞ NIKARIN RASTIYÊ TARÎ BIKIN’   Çetîn, destnîşan kir ku 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê remza dîrokî ya vîna mirovan a li dijî tankan e û wiha axivî: “ Ev berxwedan di sedsala 21’an de weke berxwedana li dijî barbar û hemû hêzên piştevaniya wan dikir têk bir di dîrokê de cihê xwe girt. Tu êriş û reşkirin nikare vê rastiyê reş bike. Bi vê wesîleyê 2’ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê li hemû gelên bindest û baweriyan pîroz be. Em kesên ku nîşanî me dan bi berxewedan û piştevaniyê xwediyên barbartiyê û zilmê çawa têk diçin û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin.”