ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê 2021-11-03 09:00:41 * Halîse Dorûdemîr, dayika girtiyê nexweş Mahfûz Dorûdemîr, anî ziman ku rewşa kurê wê pir giran bûye û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. * Rêxistinên jinan, anîn ziman ku dê tezkereya şer herî zêde bandorê li jin û zarokan bike û ji bo têkoşîneke yekbûyî bang kirin.    * Midûriyeta Giştî ya Polîsan, ji dêvla çalakiyên DAIŞ'ê yên ku dadgehê ji bo Doza Kobanê xwestibûn, tabloya derbarê mirina polîs-eskeran a sala 2014-2021'ê şand.    * Komîsyona Ziman a Kurdî ya Baroya Wanê, bi beşdarbûna 110 parêzeran kursa kurdî da destpêkirin.    * Dê nameyên ku ji bo Denîz Poyraz a hat kuştin hatin şandin wekî pirtûk bên çapkirin. Dayik Fehîme Poyraz, anî ziman ku bi piştevaniya gel li ser pêyan e û got: "Me û dayikên din ên êşbar mil da milê hev du û em têkoşîna xwe didomînin."    * Polîs Abdûllah E., ku di dema qedeyên derketina derve de têkildarî mirina Hêlîn Hasret Şen a 12 salî de derbarê wî de doz hatibû kirin, li Mereşê pozê kesekî şikand.    * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku her meh herî kêm 80 bijîşk serî li TTB'ê didin ku biçin li derveyî welêt bixebitin. Yerlîkaya, an, ziman ku wisa bidome dibe ku li nexweşxaneyên dewletê bijîşk nemînin.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 240'an de didome.    * Danişîna doza li 5 rojnamegerên ku li Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya KHK'ê hat girtin dixebitîn wê li 23'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)    * Wê HDP komcivîna xwe li dar bixe. (12.30)   * Danişîna biryarê ya doza ku Dayikên Aştiyê jî di nav de li 14 jinan hatibû vekirin wê li 35'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza ku li Hevgerînendeyê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Midura Karên Nivîsê ya rojnameyê Reyhan Çapan hatibû vekirin wê 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.30)   * Danişîna doza ku bi angaşta "heqaret" li Ahmet Davutoglû kiriye li Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin wê li 14'emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Mersînê bê dîtin.