Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye 2021-11-03 09:07:16 AMED - Halîse Dorûdemîr, dayika girtiyê nexweş Mahfûz Dorûdemîr, anî ziman ku rewşa kurê wê pir giran bûye û gpt ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş giran dibe û nayên dermankirin. Yek ji van girtiyan jî Mahfûz Ddorûdemîr ê 54 salî ye. Dorûdemîr 26 sal in girtiye.    3 CARAN ANJIYO BÛYE   Dorûdemîr ku di Girtîgeha Şakran a Jimare 1 a Tîpa T'yê de ye, ji ber ûra di pişika wî de du demarên qelbê wî dixitimin. Dorûdemîr ji ber vê 3 caran anjiyo bûye. Ji xeynî vê nexweşîna aterosklerotik (nexweşîna qeb), hipertansiyon, koroner arter (damar sertliği), epilepsî, KOAH, prostat, segmenter, di çav de glokom, spastîk kolon, astim, reflu, mîgren û gelek nexweşînên din jî pê re hene.    BANGAWAZÎ   Dayik Halîse Dorûdemîr, destnîşan kir ku her diçe tenduristiya kurê wê xirabtir dibe û got: "HEftê du an jî sê caran wî bi awayekî kelemçekirî dibin nexweşxaneyê, lê li nexweşxaneyê xweşikî nayê muayenekirin jî. Bi şev pir xwêdan dibe û ji mecbûrî kincên xwe diguherîne."    Dayik Dorûdemîr, kurê wî girtiyên nexweş ên din hemû bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û xwest dev ji van pêkanînên dijî mirovahiyê bên berdan û ji bo vê ji destê kê ç tê divê bike.    SALÊ DU CARAN WÎ DIBÎNE   Dayik Dorûdemîr, destnîşan kir ku bi pandemiyê re rewş agirtîgehan ji bo girtiyên nexweş pir dijwar bûye û got: "Bi hinceta pandemiyê hevdîtina vekirî, werzîş, sohbet, kurs û gelek tiştên din hatine sekinandin. Mehê du caran hevdîtina girtî heye. Gava em diçin 5-6 caran ser me sehî dikin. Pêlavnên me jî ji nigên me derdixin. Em tim bi van pêkanînan re rû bi rû dimînin."    'NE BÊXWEDÎ NE'    Dorûdemîr, bilêv kir ku ji ber ku kurê wê li bajarekî pir dûrî wan di girtîgehê de ye salê tenê du caran diçe girtîgehê û got: "Ji roja pandemî dest pê kiriye qet neçûme. Extiyar im, temenê min di ser 65'an re ye. Gelek nexweşînên bi min re hene. Lewma nikarim biçim deverên dûr. Ji bo vê raporên min jî hene. Me çend caran serlêdan kir lê dîsa jî kurê min naynin bajarê me an jî bajarên nêzî me."    Dorûdemîr bang li rayedaran kir û got: "Zarokên me ne bêxwedî ne."