Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand 2021-11-03 09:09:12 ENQERE - Midûriyeta Giştî ya Polîsan, ji dêvla çalakiyên DAIŞ'ê yên ku dadgehê ji bo Doza Kobanê xwestibûn, tabloya derbarê mirina polîs-eskeran a sala 2014-2021'an şand.  Danişîna Doza Kobanê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê tê lidarxistin. Hevserokên giştî yê HDP'ê yê berê, endamên Desteya Navendî ya HDP'ê û rêvebirên HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî 108 kes di çarçoveya vê dozê de tên darizandin. Di danişîna 25'ê Hezîranê de siyasetmedar û parêzeran destnîşan kiribûn ku ji bo mirinên di 6-8'ê Cotmeha 2014'an de têkildarî DAIŞ'ê de tu lêpirsîn nehatiye kirinû xwestin çalakiyên DAIŞ'ê yên ji sala 2014'an ve bên pirsîn.    Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê, daxwaza parêzeran qebûl kir û muzakereyek ji Midûriyeta Giştî ya Polîsan re nivîsî. Dadgehê di danişîna 5'an di 27'ê Cotmehê de bêyî naverokê diyar bike, ragihand ku ewraq daxilî nav dosyeyê hatiye kirin.    MIDÛRIYETA POLÎSAN TABLO ŞAND   Di ewraqa ku Midûriyeta Giştî ya Polîsan şandibû û dadgehê naveroka wê diyar nekiribû û daxilî nav dosyeyê kiribû de, tabloya "daneyên terorê yên ku di 2014-2021'ê de li herêmê pêk hatine" ye. Di tabloyê de nehatiye diyarkirin ku kîjan çalakî yên DAIŞ'ê ne, lê tê de daneyên derbarê mirina esker, polîs, cerdevan û sicîlan de hene.    HÛRGULIYÊN TABLOYÊ   Li gor daneyên di tabloya ku midûriyeta polîsan şandiye de; di 2014-2021'ê de 9 hezar û 436 çalakî hatine lidarxistin. Di van çalakiyan de 349 polîs, 194 esker, 13 cerdevan û 844 sivîl jiyana xwe ji dest dane û 3 hezar û 122 polîs, hezar û 402 esker, 32 cerdevan û 6 hezar û 631 sivîl jî birîndar bûne. Li gor tabloyê di 2014'an de 2 hezar û 918; di 2015'an de 3 hezar û 581; di 2016'an de 2 hezar û 119; di 2017'an de 345; di 2018'an de 162; di 2019'an de 165; di 2020'î de 95 û 2021'ê de jî 51 çalakî çêbûne.    MA / Zemo Aggoz