Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand 2021-11-03 09:14:44 AMED - Polîs Abdûllah E. ku di dema qedexeyên derketina derve de ji ber mirina Hêlîn Hasret Şen a 12 salî derbarê wî de doz hatibû vekirin, li Mereşê pozê kesekî şikand.    Li navçeya Sûrê ya Amedê, di 12'ê Cotmeha 2015'an dema qedexeyên derketina derve de Hêlîn Hesret Şen a 12 salî gava ji bo biçe nan bikire derketibû derve hatibû kuştin. Têkildarî mirina Şenê de derbarê pols Abdûllah E., de lêpirsîn hatibû destpêkirin û lêpirsîn hê jî didome. Lê polîs Abdûllah E. vê carê li Mereşê sûcek kir. Li Mereşê polîs Abdûllah E. û Mûrat G. dikevin qirika hev û Abdûllah E., pozê Mûrat G. dişikîne. Piştî ku gilî hat kirin derbarê Abdûllah E. de li Dadgeha Cezayê Asliye ya Mereşê doz hat vekirin.    POZÊ WÎ ŞIKAND   Li gor îdianameya hatiye amadekirin, bûyer di 5'ê Hezîrana 2019'an de hatiye amadekirin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li nêzî Keleha Mereşê Mûrat G. û Ghoniya R. û Adil O. pev ketine û polîsên Midûriyeta Polîsan a Mereşê Abdûllah E. û Yûnûs K. sewqî cihê bûyerê hatine kirin. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku polîsan Mûrat G. birine Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil. Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku Mûrat G. şerxwe bûye û xeber ji Abdûllah E. re gotine û Abdûllah E. jî kulm li ser çavê Mûrat G xistiye. Di rapora nexweşxaneyê ya ji bo Mûrat G. de hatiye destnîşankirin ku pozê wî hatiye şikandin.    Bilirkişi raporunun da hatırlatıldığı iddianamede, bilirkişinin olay sırasında Abdullah E.’nin elinde başka bir şey bulunmadığını, Abdullah E.’nin Murat G.’yi darp etmesinin ardından polis odasına soktuğu, ardından kapı ile perdeyi kapattığını ve içerde arbede yaşandığı kaydedildi.    ‘BI BÊTÊLÊ LÊXIST'    Mûrat G. jî di îfaeya xwe de diyar kir ku tu tişt nekiriye, polîs wî û hinekan tevlihev kiriye û gava li odeya polîsan a nexweşxaneyê bûne, Abdûllah E. ji nişkave bi bêtêla xwe li nav pozê wî xistiye û bi dû re wî biriye noqteya polîsan û deverû dirêj kiriye û bi pehînan lê xistiye.    Çendî polîs Abdûllah E., di îfadeya xwe de sûcên tê tê sûcdarkirina qebûl nekirine û diyar kiriye ku Mûrat G. xeber jê re gotine û bêtêla polîsan li milê wî xistiye jî, lê di rapora nexweşxaneê de hatiye diyarkirin ku li nav milê Abdûllah E. tu derba bêtêlê tune ye.    Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji ber derbkirinê ji 2 salan heya 6 salan ceza li Abdûllah E. bê birîn û ji bo Mûrat G. jî hatiye xwestin ku di navbera salekê heya 3 salan de bê cezakirin.