Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe 2021-11-03 11:16:48   SEMSÛR - Dayika Ebû Muslum Dogan ku li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Ocalan xwe şewitandibû û jiyana xwe ji dest dabû Zax Dogan, daxwaza kurê xwe careke din dubare kir û xwest tecrîd bi dawî bibe.    Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin û 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de ye. Xwendekarê lîseyê Ebû Muslum Dogan ê 18 salî ku di 15’ê Sibata 2010'an de bi armanca şermezarkirina komplo û tecrîda li ser Ocalan xwe şewitandibû, bi nameyeke ku li pey xwe hiştibû ev çalakî ronî kiribû.   Dogan, di nameya xwe ya ji 5 rûpelan pêk dihat de bi kurtasî wiha digot: “Eşkere ye ku gelê min ê bi hezaran salan e li ser vê axê dijî, ji her serdema dîrokê bêhtir rastî hîleyên qirêj hatiye. Ya dikeve ser mile gelê kurd ku li ser bingeha azadiyê dijî, van dek û dolabên qirêj ên bi sîstematîk tên meşandin, bisekinîne. Ez di wê baweriyê de me ku jiyana komunal û têgîna demokrasiya rasteqîn ku ji dîrokê ve di bingeha gelê min de heye û têgihiştineke rasteqîn a jiyanê di nav xwe de dihewîne, wê li dijî sîstema kapîtalîst bisekine û hemû berdêlên ji bo vê hatine dayin wê pûç nebin. Dîrokê karakterekî bê rawestan daye gelê kurd. Divê hemû gelê kurd jî li dîroka xwe xwedî derkevin û li ser esasê jiyana azad rawestin. Weke her ciwanekî kurd ez jî hezar carî minetdarê Reber Apo me ku gelekî navê wî jî qedexe bû ji tunebûnê afirand. Bila fêm bikin ku gelê kurd wê careke din rastî xiyanetê neyê. Ez dixwazim bi hemû baweriya xwe teqez bikim ku ew rêya ez lê diçim tucar jê venagerim. Berîtan bûyîn, li Semayan bilind bûne, Mazlûmbûne û xwe gihandina Viyanan e.”   DIVÊ BÎRANÎNÊN WAN BÊN JIYANDIN   Piştî çalakiya Dogan Rêberê PKK’ê Ocalan jî ev nirxandin kiribû: “Esas ez da beriya niha bi ser sekinîbûma. Min dixwest derbarê ciwanê Meletiyî Ebû Muslum Dogan ku xwe şewitand de çend tiştan bêjim. Min berê kurdbûna Meletiyê bi awayekî hişk rexne kiribû. Lê dixwazim bi vî hevalê ciwan re di kesayeta Zeynep Kinaci de nirxandineke nû bikim. Ev rûmeta kurdbûna Meletiyê ne. Ez bi xwe jî li hemberî van hevalan xwe berpirsyar dibînim. Min berê dengê Zeynep Kinaci jî guhdar kiribû. Li gorî min divê ji bo van hevalan li Meletiyê bîrdariyek were çêkirin. Divê kurdên Meletiyê kesayetiya mezin a van hevalan û bîranîna wan bidin jiyîn.”   Dayika Ebû Muslum Dogan, Zax Dogan diyar kir ku kurê wê ji bo tecrîdê şermezar bike xwe şewitandibû û xwest ku tecrîd demildest were bi dawî kirin.    KOÇKIRINA JI GUND   Dayik Dogan, da zanîn ku bi zor û zehmetiyan zarokê xwe mezin kir û wiha got: “Ebû Muslum xwendekarekî serkeftî bû. Dema hêj biçûk bû bapîrê wî ket girtîgehê, li vir hişmendiyeke kurdî girt, dema derket jî ji malbata xwe ev vegot. Got mafên gelê kurd hene bi sedan salan e mafê wan tune tê hesibandin. Ji xwe piştî demekî kurd zext dest pê kirin û cerdevanî bi darê zorê li mirovan ferz kirin. Me qebûl nekir û koç kir.”   RÊYA OCALAN   Dogan, diyar kir ku Ebû Muslum gelek pirtûk dixwendin û wiha berdewam kir: “Dema hêj tu hişmendiya kurditiyê bi me re nebû, Ebû Muslum di zarokatiya xwe de qala mafên kurdan dikir. Her tim pirtûkên têkildarî dîroka kurdan dixwendin. Digot rêya rast rêya ku gerîla lê diçin e. Min jê re digot ‘dibistanê bixwîne biqedîne pişt re dixwazî li ser kîjan rê biçî here’. Her tim digot tişta rast têkoşîne. Ji PKK’ê û Abdulah Ocalan gelek hez dikir. Her tim di rêya wan de bû. Ji bo Ocalan xwe şewitand.”   Dogan, bi lêv kir ku şeva Ebû Muslum xwe şewitand, wargeha lê dima li wan geriya ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên geriyan gotin Muslum ne li wargehê ye. Ewilî nehat bîra min ku xwe şewitandibe. Min got dibe ku ji ber fikrên wî ew winda kiribin. Lê polîs li me geriya û gazî qereqolê kirin. Gotin şivanekê ditiye ku zarokekî xwe şewitandiye. Dema wisa gotin min fêm kir ku ew kes Muslum e. Ez çûm cihê ku xwe şewitand û şopên şewat hêj diman. Polîsan dest danîn ser tiştên wî, piştî şeş mehan dan.”   WASİYETA WÎ LI AMEDÊ WERE VEŞARTIN BÛ   Dogan, qala nameya ji 5 rûpelan pêk tê ku Ebû Muslum li pey xwe hiştibû kir û wiha pê de çû: “Di nameyê de sedemê şewitandina xwe nivîsandibû. Beriya ku xwe bişewitîne ji hevalekî xwe re gotiye ku dixwaze li Amedê were veşartin lê me ev nedizanî. Piştî 6 mehan me ev zanî. Roja ku me ev veşart roja qiyametê bû. Gelek qelebalix bû. Her çiqas cendermeyan asteng kir jî bi hezaran kes her tişt girtin ber çavên xwe û hatin gund. Ligel hemû astengiyan me veşart. Piştî cenazeyi herkes çû em tenê man. Pişt re ez derbasî malê bûm, wêneyekî wî li malê ve hatibû daliqandin, dema min wêneyê wî dît ez ji ser hişê xwe çûm.”    LAWIKÊ BÊZAR BER BI BÊDAWÎTIYÊ VE FIRIYA   Dogan, bi bîr xist ku Ebû Muslum di nameya xwe de ji xwe re digot “Lawikê Bêzar” û wiha domand: “Bêzar navê çiya ye. Li vî çiyayî bi dehan kes hatin kuştin. Ji wir bandor girt û ew nav li xwe kiriye. Rêya wî rêya wan kesên çûne wî çiyayî bû û di wê riyê de xwe şewitand û ber bi bêdawitiyê ve firiya.”   ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’   Dogan, careke din jî armanca lawê xwe bi bîr anî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lawê min ji bo tecrîda ser Ocalan bi dawî bibe xwe şewitand lê hêj jî tecrîd didome. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe û aştî pêk were. Girtiyên siyasî bi awayekî bê sûc tên girtin, divê werin valakirin. Divê ev xwîn bisekine. Divê gerîla, esker tu kes nemire. Êşa dayika hevpar e. Bila êdî dayik negirîn. Kurê min çû bila kesekî din jiyana xwe ji dest nede.”   MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can