Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin 2021-11-03 11:45:11   STENBOL - Di seriya 50 saziyên navneteweyî yên çapamenî û azadiya ramanê de ji bo rojnameger Nedîm Turfent ku 2 hezar roj in girtî ye daxuyaniyeke hevpar dan û banga berdana wî kirin.    Saziyên navneteweyî yên çapameniye û azadiya ramanê, ji bo Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hatibû girtin Nedîm Turfent ku 2 hezar roj in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye daxuyaniyeke hevpar dan û banga berdana wî kirin. Di gotara ku 54 rêxistinan îmze kirine de tê xwestin demildest û bêşert Turfent bê berdan û biryara ceza ya derbarê wî de bê xerakirin.    SAZIYÊN ÎMZE KIRINE   Saziyên ku gotara hevpar a banga ji bo berdana Turfent îmze kirine navê wan wiha ne: "ARTICLE 19, Articolo 21, Association of European Journalists (AEJ), Cartoonists Rights Network International (CRNI), Committee to Protect Journalists (CPJ), Croatian PEN, Danish PEN, English PEN, European Centre for Press and Media Freedom (ECPMF), European Federation of Journalists (EFJ), French PEN, German PEN, Komeleya Mafê Mirovan (İHD), IFEX, Index on Censorship, Hewldana Dijî Sûcê Nêrînê, Irish PEN, Kurdish PEN, Montenegrin PEN Center, OBC Transeuropa (OBCT), PEN America, PEN Bangladesh, PEN Belgium, PEN Centre of Bosnia & Herzegovina, PEN Esperanto, PEN Estonia, PEN Georgia, PEN Iraq, PEN Latvia, PEN Malta, PEN Melbourne, PEN Moscow, PEN Netherlands, PEN Norway, PEN Portugal, PEN Québec, PEN Romania, PEN Suisse Romand, PEN Trieste, PEN Turkey, Perth PEN, CentreRussian PEN, San Miguel de Allende PEN, Slovene PEN, South East Europe Media Organisation (SEEMO), St Petersburg PEN, Swedish PEN, Pojeya Piştgiriya Dozên Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê, Vietnamese Abroad PEN centre, Wales PEN Cymru."