Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin 2021-11-03 12:08:04   STENBOL - Di danişîna doza derbarê 6 rojnamevanên xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat dîtin de daxwaza rakirina qedexeya derveyî welat nehat qebûlkirin.    Danişîna doza derbarê 6 rojnamevanên xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Rojnamevan Reyhan Hacioglû, Mehmet Alî Çelebî, Hîcran Urun, Îshak Yasûl û Îhsan Yaşar ên bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê” , “Sorkirina dijminatiya gel” û “Alîkariya rêxistinê” tên darizandin û parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz li danişînê amade bûn. Rojnamevan Pinar Tarlak beşdarî danişînê nebû.    Dadgehê, têkildarî dosyayên ji dadgeha îstînafê vegeriyan mafê axaftinê da parêzeran. Parêzer Ozcan Kiliç û Sercan Korkmaz xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Parêzeran xwest ku muwekîlên wan ji danişînan bên mûafkirin û qedexeya derveyî welat a derbarê muwekîlê wan de were rakirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Dozgeriyê jî xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Dadgehê, daxwaza parêzeran a temamkirina kêmasiyên dosyayê qebûl kir, biryara berdewama pêkanîna qedexeya derveyî welat da û danişîn taloqî 17’ê Sibata 2022’yan kir.