Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala 2021-11-03 12:36:29   STENBOL - Komedyen Cem Yilmaz, derbarê girtina Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de ev tişt got: "Li gorî min di standartên kurewî de divê li welatekî tiştên wiha nebin."   Komedyen Cem Yilmaz ku tevlî bernameya bi navê "Sohbetên Rustem Batûm" bû, girtina Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Karsaz Osman Kavala jê hat pirsîn. Yilmaz, destnîşan kir ku weke ku sûcekî wan ê veşarî hebe tê nîşandan û ev tişt got: "Li gorî min di standartên kurewî de divê li welatekî tiştên wiha nebin. Ji bilî vê çi bifikirim. Lewre em ji mala ku lê rûdinin fêm nakin ku miroveke weke sûcekî wî ye veşarî heye bê nîşandan. Gelek trajîk e. Ev êdî hatiye asta herî dawî. Weka ku wê encamek derkeve."