Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef 2021-11-03 12:52:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Sarkîs Kassarjian ku ji aliyê Sefîrê Tirkiyeyê yê Lubnanê ve hedef hat girtin, ev tişt got: “Şûna ku sefîr min sûcdar bike bila bersiva îdiayên Birêz Bayik ên ser Tirkiyeyê bide.”   Rojnamevan û nûçegihanê rojnameya El-Nehar El-Erebî Sarkîs Kassarjian hevpeyvînek bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re kir. Hevpeyvîn di dîroka 27-28`ê Cotmehê de di rojnameyê de hate weşandin. Sefîrê Tirkiyeyê yê Lubnanê Alî Bariş Ûlûsoy, rojnamevan Sarkîs Kassarjian tawanbar kir ku propagandaya PKK'ê kiriye û got ku ev yek têkiliyên di navbera Tirkiyê û Lubnanê de lawaz dike.   ‘NÊZÎKATIYA TIRKIYEYÊ YA LI DIJÎ ROJNAMEVANTIYÊ ECEB E’   Rojnamevan Sarkîs Kassarjian ku têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî, diyar kir ku nêzikatiya sefirtiya tirk a li hemberî rojnamevantiyê ecêb e û wiha got: “Ji axaftinên min ên ku di bersivdayîna balyozxaneya Tirkiyê ya li Lubnanê de hatin dayîn wêdetir, helwesta balyozxaneya Tirkiyê ya derbarê karê rojnamevaniyê de ecêb e. Li şûna ku sûcdar bike, bila bersiva îdiayên Birêz Bayik ên li dijî artêşa tirk û siyaseta Tirkiyê ya li herêmê bide. Di hevpeyvînê de Cemîl Bayik got, Tirkiyê li bendê ye ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tev li axa Tirkiyeyê bike. Bayik diyar kir ku rejîma tirk şerekî qirêj li dijî kurdan dimeşîne û li gel bêdengiya ewropî û amerîkî Erdogan ferman daye ku çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar bîne.”   ‘HIKUMETA TIRK HEWL DIDE BI HESTÊN NETEWÎ BILÎZE’   Kassarjian, axaftina xwe wiha domand: “Di 3 serdemên borî de gelek rojnameyên tirk hevpeyvîn di sêrî de Abdûllah Ocalan, Mûrat Karayilan û Cemîl Bayik bi fermandarên PKK’ê re çêkirin. Sala 2013`an Ajansa Anadolû çû Qendîlê. Gelek rojname û kanalên telefizyonê yên tirk yên navdar hevpeyvîn çêkirin. Lê cudahî ew e ku hikumeta tirk niha li sedemekê digire ku dozekî têkildarî mijara neteweyî li hundirê Tirkiyê derxîne. Hikumeta tirk hewl dide bi hestê neteweyî yên li hundir bilîze. Ji ber vê yekê û ji bo armancên siyasî refleksên bê hincet û dûrî rewşê derdixîne.” Sarkîs Kassarjian îşaret bi axaftina balyozê Tirkiyê ya têkildarî têkiliyên Tirkiyê û Lubnanê kir û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Pir xerîb e ku ji ber gotareke girêdayî rojnameyeke serbixwe, birêz sefîr li ser lawazbûna têkiliyan di navbera Tirkiyê û Lubnanê de biaxive. Ev bi xwe gefeke xerîb e û dûrî rêgez û hişê karê dîplomatîk e.”   ‘SEFÎR ERKA ÇAPEMENIYÊ JI BÎR KIRIYE’   Kassarjian, destnîşan kir ku daxuyaniyên sefîrê tirk ji wî zêdetir ji bo çapemeniya tirk neheqiyek bûye û wiha pê de çû: “Ez niha ne bi navê El-Nehar diaxivim. Lê dema balyozê dewletekê ji ber gotarekê behsa lawazkirina têkiliyan bi dewleteke din re bike, ev tê wateya ku ew diplomat dibîne ku hemû dezgehên çapemeniyê yên vê dewletê girêdayî siyasetên wê ne. Ew bi awayekî nerasterast dibêje ku çapemenî li Tirkiyê bi navê hikumetê diaxive, wê demê El-Nehar jî bi weşandina vê mijarê re nîşan dide ku hikumeta Lubnanê derfetê dide terorîstan.” Kassarjian, bi lêv kir ku rêjeya herî mezin a çapemeniya tirk êdî bûye yên kesên nêzî desthilatê û Erdogan û got: “Bi nêrîna min birêz sefîr ji bîr kiriye erka çapemeniyê çi ye û rêbaza meşandina kar çawa ye.”   ‘BERSIVA SEFARETA TIRK NE REWA YE’   Kassarjiyan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bersiva sefareta tirk nayê qebûlkirin, ne rewa ye û dûrî mantiqê ye. Sefîrê tirk hewl dide rûyê xwe li pêşiya serok Erdogan spî nîşan bide ku karek kiriye. Ji ber ku kar di nava saziyên dewletê de tune ye, balyozê tirk neçar ma ku bi vî rêbazî alîgiriya xwe û çalakbûna xwe xuya bike.”