Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da 2021-11-03 13:34:34   SEMSÛRÊ - Li ser rêya di navbera Semsûr û Rihayê de qezaya trafîqê pêk hat û kesek jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya di navbera Semsûr û Rihayê de qezaya trafîqê pêk hat. Di qezaye de otomobîla ku Huseyîn Polat diajot ji ber mij li bariyeran qelibî. Di qezayê de 6 kesên di wesayîtê de birîndar bûn. Piştî mudaxaleya ku hat kirin ji birîndaran Hacî Alî Büyükünal jiyana xwe ji dest da. Her pênç birîndarên din jî rakirin nexweşxaneyan û tedawiya wan tê kirin.