Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes 2021-11-03 14:14:32   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe re têkoşîna edaletê dide wiha got: “Ev ji bo we ezmûneke, ji vê zilmê re bêjin bes.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 240’emîn de didome. Malbatê çalakiya xwe careke din biribû ser pêlekanên edliyeyê. Malbat bi Fadil Şenyaşar ê 3 sal in zêdetir di Girtîgeha Xarpêtê de dimîne re bi telefonê axivî.    Ferît Şenyaşar ê li pêş avahiya edliyeyê têkildarî Nobeta Edaletê de axivî wiha got: “Em 8 meh in li vir in. Pirsgirêkên tenduristiya dayika min her ku diçe zêde dibin. Tiştên ku dayika min dijî ji bo herkesê ezmûna mirovahiyê ye. Divê hin kes ji vê bêadeletiyê re bêjin bes. Pêşiya me zivistan e. Êdî dayika min nikare vê zilmê ragire. Heke em weke civak dengê xwe bilind bikin wê ev zilm xelas bibe.”   40 ROJ IN PANKART NAYÊ DAYÎN   Şenyaşar, bi bîr xist ku pankartên ku roja 200’emîn a nobeta edaletê de dest danîbûn ser ligel 40 roj derbas bûn jî hêj nedane wan û wiha berdewam kir: “Ligel ku neqedexeye jî bi awayekî keyfî nadin. Em 40 roj in serlêdanan dikin lê pankartên me nadin me. Ez bang li parlementerên ku mirovahiya xwe windanekirine dikim. Ev ji bo we ezmûneke, ji vê zilmê re bêjin bes.”   ‘CIHÊ ME VALA NEHÊLIN’   Şenyaşar, destnîşan kir ku piştî 230 rojan Nobeta xwe ya Edaletê birin li ser pêlekanên edliyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozger dixwazin bibêjin ‘herin li rex bariyeran rûnin û li benda mirinê bin’ Em ê li benda mirinê nebin. Hewce bibe em biçin li pêş deriyê serdozger rûnin. Du daxwazên me hene, an wan pêşwazî bikin an jî me jî bibin girtîgehê. Dayika min nikare vê zivistanê li vir bimîne. Heke serdozger daxwaza me ya duyê qebûl bike û me bişîne girtîgehê, bila mirovên biwijdan cihê nobeta me vala nehêlin.”   NOBETA LI SER PÊLEKANA   Malbata Şenyaşar, piştî axaftina Şenyaşar ji bo ku li ser pêlekanên edliyeyê dest bi nobeta xwe bikin ketin baxçeyê edliyeyê. Lê polîsan li pêş edliyeyê diyar kirin ku ji jor ferman ji wan re hatiye û nahêlin kes li baxçeyê edliyeyê bisekinin. Ligel astengkirina polîsan jî malbat li rex deriyê ketina edliyeyê rûniştin û diyarkirin ku wê çalakiya xwe li vir bidomînin. Polîsan malbat hişyar kir ku çalakiya xwe li derveyî baxçeyê edliyeyê bidomînin û wiha gotin: “Li vir polîs hene, mirovên xerab dikarin li vir bombeyan biteqînin. Kes nikare berpirsyartiya vê bigire ser milê xwe.”   Malbatê bi parêzerên xwe Gokhan Dayik re ji bo ku bi serdozger re daxwaza hevdîtinê bikin derbasî hûndirê edliyeyê bûn.