Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin 2021-11-03 15:02:15   ENQERE - Di danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku bi îdîaya “endametiya rêxistinî” tê darizandin de daxwaza parêzeran a ji bo sekinandina darizandinê nehat qebûlkirin.    Danişîna 11’emîn a doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku bi hinceta çalakiyên beşdarî wan bûye, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li 18’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Danişîna ku Bûldan tevlînebû de parêzerên wê amade bûn.    DIVÊ DARIZANDIN WERE SEKINANDIN   Di danişînê de yek ji parêzerên Bûldan Kenan Maçoglû mafê axiftinê girt. Maçoglû, bi bîr xist ku biryara derbarê Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû dayîn pêşkeşî dadgehê kirine û wiha got: “Biryar vekiriye û rê nade niqaşê jî. Biryareke ku dibêje parlementerek nikare were darizandin. Divê ev darizandin were sekinandin. Heke hûn ê sûc bikin.”   DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Dadgehê daxwaza parêzeran a ji bo sekinandina darizandinê qebûl nekir û danişîn taloqî 16’ê Sibata 2022’yan kir.