Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne 2021-11-03 15:02:36   MÛŞ - Aysel Ogut ku ji komkujiya Vartînîsê sax filitî, ji bo duyemîn danişîna Doza Vartînîsê ku wê sibê bê dîtin ev bang kir: "Divê ev sûc bê ceza nemîne."   Di 3'ê cotmeha 1993'an de li navçeya Têlî ya Mûşê ji aliyê leşkerên tirk ve komkujiyek pêk hat. Di komkujiyê de 7 jê zarok bi giştî 9 kes hatin qetilkirin. Duyemîn danişîna doza ku derbarê komkujiyê de hatibû vekirin wê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê bê dîtin. Piştî ku Dadgeha Bilind biryara beriya niha hatibû dayîn xera kiribû, di danişîna yekemîn de derbarê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeyê Bulent Karaoglû de biryara girtinê hatibû derxistin. Lê rexmî ku di ser vê biryarê de 63 roj derbas bûne jî Karaoglû hê jî nehatiye girtin.    'DIVÊ FAîL BÊ GIRTIN'   Aysel Ogut ku ji komkujiyê sax filitî, diyar kir ku negirtina Karaoglû wê gelek xemgîn dike û ev bang kir: "Berî ku bimirim dixwazim ku bê girtin. Me di 28 salan li qereqol û qorîdorên edliyeyan gelek êş kişand. Divê ev sûc bêceza nemîne. Pêkanîna sûc hat qebûlkirin. Kesê ku vê komkujiya mezin pêk aniye divê bê girtin lê hê jî li nav me digere."