Dayikên Aştiyê beraet kirin 2021-11-03 15:36:13   STENBOL - Dayikên Aştiyê jî di nav de ji 15 jinên ku dihatin darizandin 14 ji wan beraet kir û sal û 8 meh ceza li Memdûhe Bîçerman hat birîn.    Dayikên Aştiyê û Parlamentera berê ya HDP'ê ya Bûrsayê Asiye Kolçak jî di nav de ji 15 jinên ku di 5'ê gulana 2018'an de hatibûn binçavkirin, bi angaşta "Endamtiya Rêxistinê" û "Propagandaya Rêxistinê"  derbarê wan de doz hatibû vekirin. Daneşîna biryarê ya dozê li Edliyeya Çaglayanê li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Tenê destûr hat dayîn ku parêzer tevlî danişînê bibin û parastin bikin.    14 JINAN BERAET KIR   Heyeta dadgehê, piştî parastinê biryara xwe aşkera kir Û derbarê Ayşe Yildiz, Ayten Ay, Elîf Berk, Serap Mutlu, Emîne Erbek, Rihan Akgul, Arîfe Çinar, Asiye Kolçak, Zeynep Calihan, Canşah Çelîk, Hatîce Kocaman Aynur Daşdogern, Yeşîm Keleş û Fatma Kaya de biryara beraetê da. Heyetê bi angaşta "Propagandaya Rêxistinê" sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Menduhe Bîcermen  birî.