Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin 2021-11-03 15:46:12 AMED - Di doza endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de ji bo mutalaa bê amadekirin dadgehê dosyaya wê ji Serdozgeriya Komarê re şand.  Derbarê endama damezrîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn ku li Amedê xebatên xwe dimeşîne de bi agaşta "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekiribû. 4'emîn danişîna dozê li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Gultekîn û parêzerên xwe Gozde Engîn û Şeyhmûs Bayhan li danişînê amade bûn. Bi tespîtkirina nasnameyê danişînê dest pê kir û dozgeriyê ji bo ku mutalaa bê amadekirin ji dadgehê daxwaz kir ku dosya jê re bê şandin.    Heyeta dadgehê ji bo mutalaa bê amadekirin biryar da ku dosya ji Serdozgeriya Komarê re bê şandin û danişînê taloqî 20'ê sibata 2022'an kir.