Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike 2021-11-03 16:19:06   WAN - Li Wanê, hat angaştkirin ku jinek xwe ji ser pireke serborî re avêt û hewl da întihar bike.   Li kolan Rêya Armûşê ya Wanê, hat angaştkirin ku jineke ku navê wê nehat hînkirin xwe ji ser pira serborî re avêt û hewl da întihar bike. Welatiyên li hawirdorê jina ku giran birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa jina ku giran birîndar bû ne baş e.   Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.